• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Konferansa Aboriya Demokratîk li bajarê Wanê çêbû…

Konferansa Aboriya Demokratîk li bajarê Wanê çêbû…


barkirin: Gelarêzan 10, 2014, 9:30


Konferansa Aboriya Demokratîk ku 2 rojan li Wanê berdewam kir bi xwendina encamnameyê bi dawî bû. Konferansa ku der barê enerjî, av, bazirganî, endustrî, çandinî, avahîsazî, ragihandin, xweseriya demokratîk, komunên gundan, kooperatif, rêveberiyên herêmî, tenduristî, perwerde, jin û gelek mijarên din de biryarên girîng girt, diyarî şehîdên Kobanê û karkerên ku li Soma, Isparta, Stenbol, Ermenek, Zonguldak û Şirnakê jiyana xwe ji dest dan, hate kirin.

Konferansa Aboriyê ya Demokratîk a ji aliyê Kongreye Civaka Demokratîk (KCD), şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) ve li Navenda Çandê ya Nûdayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat lidarxistin bi nîqaşên gelek mijaran a 2 rojan bi dawî bû. Konferansa bi şîara “Em ax, av û erenjiya xwe bikin komun û jiyana Azad û Demokratîk înşa bikin” pêk hat bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Endama DOKH’ê Ayşe Gokkan bi Kurdî encamname vegot û bi Tirkî jî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê DBP’î Firat Anli xwend. Anli, anî ziman ku konferansa wan tespit kir ku kapîtalîzma kurewî, qeyrana kur ku didome bi qeyrana ekolojik a kurewî re bûye yek û çavkaniyên av û enerjiya Rojhilata Navîn ji nû ve li gorî xwe plan dike.

Anli, da zanîn ku Kurdistan di bin gefên modernîteya kapîtalîst de ye û wiha got: “Nasnameyên nijadî, bawerî, zayendî û zimanên cuda yên li Tirkiyeyê rastî komkujiyên siyasî, civakî, çandî û aborî tên. Mêtingeriya li Kurdistanê her ku diçe kûr dibe. Mêtingeriya ked, xweza û li ser jinê her ku diçe zêde dibe. Gelê Kurd nêzî 40 sal e têkoşînê dide û di encama vê yekê de xwe bi rêxistin kiriye. Bi vê rêxistinê dixwaze jiyanek nû ava bike. Konferansa me, hêza xwe li dijî modernîteya kapîtalîst ji têkoşîna jinê ya li Kobanê digere û hêviya pêşeroja wekhev azad û adîl xurt dike.”

‘PARADÎGMAYA OCALAN WÊ BIBE ÇARESERÎ’

Anli, da zanîn ku paradîgmaya Ocalan wê bibe çareserî û ji bo xweseriya demokratîk ketine rêya avakirina xwerêveberiya cewherî ya aborî ava dikin û wiha got: “Em bawer dikin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan a xwe dispêre demokrasî, komunal, jin, azadîparêz, ekolojîk, wekhev û şêwirmend wê aboriya azad pêş bixe. Anli, xwest ku êdî av nebe malê bazirganiyê û kooperatîfên çandinî û gundan bên avakirin. Anli, bal kişand ser bêkariyê û destnîşan kir ku tê hemû beşên civakê yên bêkar wê bikin xwedî kar. Anli, da zanîn ku divê êdî bazirganî di bin konrtrola civakê de be û xizmeta civakê bike. Anli, anî ziman ku şaredariyên li Kurdistanê xwedî girîngiyek mezin in û heta niha di bin wesayeta navendî de bûn û divê êdî di xizmeta civakê de be.

Anli, li ser mijarên perwerde, tenduristî, ragihandinê jî rawestiya û xwest êdî ev di xizmeta jin, ciwan û civakê de bin. Anli, destnîşan kir ku divê di qada aboriyê de hêz û vîna jinê di pêş de be û zimanê jinê serdest be. Anli, li ser ax, av, enerjî, çandinî û madenê jî rawestiya û xwest êdî zerarê nebîne û xweza wêran nebe. Anli, xwest rêveberiyên herêmî jî ji bo parastina çavkaniyên jiyanê yên tabîî û xwezayî xwe bi rêxistin bikin û planan bidin pêş xwe. Anli, herî dawî got ku divê her tişt li gorî feraseta xweseriya demokratîk a aborî pêş bikeve û komên bên avakirin ji bo parastina av, ax û enerjiyê xwe bi rêxistin bikin.

 Nûçe Foto: ANF

dîtin: 517

Pêveker:

konferansa aboriya demokratîk li bajarê wanê çêbû…