• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kongreya Netewî ya Kurd carek din dihête paşxistin

Kongreya Netewî ya Kurd carek din dihête paşxistin


barkirin: Êlûn 2, 2013, 10:14


Endamên komîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd diyar dikin ku li ser dabeşkirina delegeyên kongrê nakokiyên tund di navbera rêxistinan de hene û bi vê awayî kongre di dema hatiye diyarkirina de pêk nayê, lewma jî dê bihête paşxistin.

Li gorî nûçeya malpera Rûdawê, Kongreya Neteweyî ya Kurd (KNK) di dema xwe de nayê sazkirin û tê gotin ku kongre dê dîsa bihête paşxistin. Endamê komîteya amadekar ya Kongreyê û nûnerê Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî yên Kurdistanê Xelîl Îbrahîm diyar kiriye ku li ser dabeşkirina delegeyên kongrê di navbera partiyan de nakokî hene û wiha axiviye: “Em li ser dabeşkirina delegeyan negihîştine rêkeftinê û gelek civîn jî li ser vê yekê hatine sazkirinê lê hemû bê cencam mane.”

Xelîl Îbrahîm ragihandiye ku ji bilî dabeşkirina delegeyan, li ser modêla kongrê jî kêşe û nakokî hene û wiha axiviye: “Modêla kongrê yanê çawaniya rêvebirina kongrê, dezgehên kongrê û pêkhateya kongrê ye. Lê heta niha em li ser van mijaran rê neketine.”

Komîteya amadekar biryar dabû ku bi beşdariya 600 delegeyan û 300 mêvanan kongre pêk bihêt. Rêjeyên dabeşkirina delege û endamên kongrê jî weha hatibû destnîşan kirin: 10% bo rêxistinên gencan, 10% bo kesayetiyan, 35% bo saziyên civaka sivîl û 45% bo partiyên siyasî.

Endamê rêveberiya komîteya amadekar Kemal Kerkûkî jî, ji Rûdawê re diyar kiriye ku li ser rêje û çawaniya dabeşkirina delegeyên kongrê nakokî heye. Kerkûkî ragihandiye ku ew bawer nake kongre di dema xwe de were sazkirin û wiha gotiye: “Eger em hemû tiştan bi awayekî sedî sed jî pêk bînin dîsa em nikarin kongrê di dema xwe de saz bikin, ji ber ku jî hinek dixwazin kongre were paşxistin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê, PKK dixwaze ji 600 delegeyan 310 delege bibe pişka Bakûr û Rojavayê Kurdistanê lê di yekemîn civîna kumîteya amadekar de PKKê daxwaz kir ku 220 delege ji Bakûr beşdarî kongrê bibin, 150 delege bo Başûr, 90 delege bo Rojhilat û 140 delege jî bo Rojavayê Kurdistanê be.

Lê ev pêşniyara PKKê hatiye redkirin û hatiye gotin ku nabe tu beşeke Kurdistanê mexdûr bibe, lewma jî divê hemû beşên Kurdistanê bi yek rêje endaman bişînin kongrê.

Eve cara duweme ku Kongreya Neteweyî ya Kurd dihête paştixistin. Biryar bû kongre di 24ê Tebaxa 2013 bihête sazkirin. Lê bo roja 15ê Îlona îsal hatibû paşxistin.

dîtin: 141

Pêveker:

kongreya netewî ya kurd carek din dihête paşxistin