• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kordînasyona Kantonên Rojava:  Îdîayên hatina Pêşmergeyan ne rastin

Kordînasyona Kantonên Rojava:  Îdîayên hatina Pêşmergeyan ne rastin


barkirin: Êlûn 17, 2015, 2:05


Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber yên her sê Kantonên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) Ji bo bersivdayîn hin aliyên çapemeniyê ku dibêjin: ”pêşmergeyên Rojava ku li Herêma Kurdistanê hatine perwerde kirin dê derbasî Rojava bibin’ daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniya kordînasyonê de hatiye: ”Weke Rêveberiya Xweseriya Demokraîtk a Rojavayê Kurdistanê, em hertim hewil didin têkiliyên xwe û karê hevbeş bi hemû parçeyên din yên Kurdistanê re xurt bikin, wekî kordînasyon em van îdîayên çapemeniyê red dikin, tu niyeteke wiha tune ye. Ev yek di plansaziya Rêveberiya Xweser de tune ye. Rêveberiya Xweser bi hemû hêzên xwe yên wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, hêzên Erka Xweparastinê herêmê Rojava û gelê wê diparêzin, li Rojava tenê ev hêz rewa ne.

Daxûyaniya Kordînasyona Giştî ya Serokatiya Meclîsên Rêveber yên Kantonên Rojava di bersiva wan nûçe û îdîayan deye ku pişitî civîna Hevserokê PYD’ê, Salih Muslim û Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, Mc Gurk di (15’ê îlonê) li Selahedînê çêbû û Berpirsê Pêwendiyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê, Hêmin Hewramî di roja civînê de li ser hesaba xwe ya Twitterê aşkere kiribû ku Hêzên Pêşmerge yên Rojava dê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Li ser şandina Hêzên Pêşmergeyên Rojava Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê hatine perwerde kirin, da ku0 li Rojavayê Kurdistanê şer bikin, di navbera PDKê û PYDê de nakokî hene.

dîtin: 689

Pêveker:

kordînasyona kantonên rojava Îdîayên hatina pêşmergeyan ne rastin