• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kovara ‘Kurt Tarîhî’ bi Kurdî-Tirkî derdikeve…

Kovara ‘Kurt Tarîhî’ bi Kurdî-Tirkî derdikeve…


barkirin: Rezber 24, 2014, 8:49


Kovara ‘Kurd tarîhî’ (Dîroka Kurdan); nêvî bi kurdî nêvî bi tirkî derdikeve. Kovara ‘Kurd Tarîhî’ ya du mehane ku li Stenbolê bi edîtoriya Mesut Yegen derdikeve heta niha bi tirkî dihat weşandin. Tevlî ku naveroka wê têr û tije bû jî gellek caran wekî rexneyê dihat bilêvkirin ji alî xwendevanên kurdî ku “çima bi kurdî jî nayê weşandin”. Her çiqas carinan nivîsên bi kurdî jî dihat weşandin, di kovarê de ji hejmara 15’yan pê ve êdî dê nivîsên kurdî pir bibin. Berpirsê kovarê dibêje: “nivîsên kurdî ku naveroka wan xurt be em dê bi berdewamî biweşînin û daxwaza nivîsan ji lêkolîneran û nivîskaran dike.”

Mijara sereke ya vê hejmarê wekî dosya ye û lêkolînên li ser Êzdiyan û Êzdayetiyê ye. Mijarên vê dosyayê ev in:
Kadrî Yildirim: “Di Carisqeya Fetvayan, Fermanan û Tevkujiyan de Êzdî. (Fermanlar ve Katliamlar Kıskacında Êzidîler).
Edîp Golbaşi: Firka-î Islahiye û Êzdî. Nasname, Siyaset û Tundîtî. (Kimlik, Siyaset, Şiddet).
Fahriye Adsay: “Mîra Yekem û Tekane: Meyan Xatûn.
Dr. Xelîl Cindî Reşo: Mîrgeha: Şêxan û Şingal û Kilîs.
Dr. Memo Othman: Cejna Sersalê: Serê Sala Êzidîyan.
Bîrgul Açikyildiz Şengul: Di Ola Êzdayetiyê de baweriya Melek-î Tawis û Îkonografiya wî (Êzidîlik Dininde Melek Tavus İnancı ve İkonografisi)
Mehmet Bayrak: Di Tevkujiyan de Stargeha Mazlûman Şikeft û Êzdî. (Katliamlarda Mazlum Sığınağı ‘Mağaralar’ ve Êzidîler).

REWANBÊJ

dîtin: 163

Pêveker:

kovara