• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Ku Tirkiye midaxeleyî Rojava bike em jî dê midaxeleyî wan bikin…

Ku Tirkiye midaxeleyî Rojava bike em jî dê midaxeleyî wan bikin…


nivîskar: Çiya Mazî
barkirin: Hêzîran 29, 2015, 12:47


‘EW DEST LI ROJAVA WERBIDIN, EM Ê JÎ DEST LI WAN WERBIDIN; TIRKIYE BI TEMAMÎ WÊ BIBE QADA ŞER’

BEHDÎNAN – DENÎZ KENDAL / ANF
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, “Qetilkirina dayikên me em gelekî êşandiye. Bila gelê giranbuha yê Kobanê zanibe ku em êşa wan dijîn û bi vî rengî parve dikin. Lê bila gelê leheng ê Kobanê zêde li ber nekeve. Berxwedana wan berxwedaneke hêjayî navûdengiya şehîdan e. Kobanê careke din nîşanî tevahiya cîhanê da ku bajarê şehîdan e. Divê her kes zanibe ku xwîna şehîdên me yên li Kobanê wê li erdê nemîne. Bi çi rengî pêwîste be, wê bi wî rengî hesap bê pirsîn û tol were hilanîn.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan li ser komkujiya DAIŞ’ê li Kobanê kir û gefên dewleta Tirkiyeyê, ji ANF’ê re axivî.
Karayilan got, “Beriya her tiştî ez vê êrîşa hov, tirsonek û namerdî ya cihê xwe di nava ti îdeolojî û ferasetên însanî û şaristaniyê de nîne, ku mirovên bêparastin, bêçek, jin-zarok her kes hedef girt, bi tundî û nefret şermezar dikim. Hesabê vê tirsonekî û namerdiya li dijî mirovahiyê wê ji sedî sed bê pirsîn” û malbatên welatiyên jiyana xwe ji dest dan û gelê Kurd re sersaxî, ji birîndaran re jî şîfa xêrê xwest.
Karayilan destnîşan kir ku Kobanê keleha berxwedanê ye, diyarê lehengên rûmeta gelê Kurdistanê temsîl dike ye û “Di êrîşeke bi vî rengî ya hov de, qetilkirina zarok û dayikên me, em gelekî êşandiye. Bila gelê giranbuha yê Kobanê zanibe ku em êşa wan dijîn û bi vî rengî parve dikin. Bila gelê leheng ê Kobanê zêde li ber nekeve. Berxwedana wan berxwedaneke hêjayî navûdengiya şehîdan e. Kobanê careke din nîşanî tevahiya cîhanê da ku bajarê şehîdan e. Divê her kes zanibe ku xwîna şehîdên me yên li Kobanê wê li erdê nemîne. Bi çi rengî pêwîstî be wê bi wî rengî hesap bê pirsîn û tol were hilanîn. Serketin dîsa bûye ya gelê Kobanê. Ev êrîşa hov, ji bo ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, ji hemû hêzên demokrasiyê û gelê Kobanê tol were hilanîn û kîn û hêrsa barbar were rijandin, hatiye kirin. Wan hovîtiya xwe nîşan dan, gelê leheng ê Kobanê jî lehengiya xwe û serketina xwe careke din xurt kiriye û nîşanî tevahiya cîhanê daye. Ji ber vê yekê divê mirov bêjin ‘Bijî lehengiya gelê me yê Kobanê’. Ji ber ku bi rastî jî hêjayî gotina ‘bijî’ ye.”
Karayilan her wiha bal kişand ser kêmasiyên di tedbîrên ewlekariyê de û got, “Çeteyên faşîst kîjan valahî bikar aniye û xwe gihandiye Kobanê. Ev yek xusûseke ji aliyê rêveberiya Kantonê û hêzên parastinê ve were ronîkirine. Dibe ku rewşeke were lêkolînkirin û zelalkirin be…Bawerim wê hêzên pêwendîdar li ser vê rewşê bisekinin. Yên ku di vê mijarê de berxwedana herî mezin nîşan dane, wê kêmasiyên xwe jî gelekî baş bibînin. Ev karê wan e.”
Karayilan da zanîn ku ev êrîş li ser bingeha konseptekê hatiye kirin û got, “Ev demeke dirêj e, bi taybetî jî ji par û vir ve li Sûriye û Rojava, têkoşîna bi pêşengiya YPG’ê li dijî DAIŞ’ê hat meşandin, DAIŞ anî nuqteya hilweşînê. Bi taybetî, di 15’ê Îlona 2014’an de li ser bingeha konsepteke hevpar a Dewleta TC û DAIŞ’ê, di çarçoveya plana têkbirina Kobanê de 4 mehan li navenda bajêr şerekî giran hat meşandin û DAIŞ li navenda bajêr hat têkbirin. Heman piştî vê li qada bejahî operasyon hatin meşandin.”
Karayilan serketinênli Til Hemîsi Til Berak, Hesekê-Til Temir, Çiyayê Kizwanan, Girê Spî û Eyn Îsa bibîr xist û destnîşan kir ku ev serketinên dawî mirin nîşanî DAIŞ’ê dane. Karayilan got, “DAIŞ kete nava wê tirsê ku paytexta wan Reqa têk bike. Erdogan û hikûmeta AKP’ê jî tirsiya ku têkiliya DAIŞ û Tirkiyeyê qut bibe. Yanî kete nava tirs û xofê ku hêzên YPG’ê berê xwe bidin Cerablûsê û bi vî rengî Kantonên Kobanê û Efrînê bigihînin hev. Ji ber vê tirsa hevpar, her du hêzan ji nû ve berê xwe dan konsepteke hevpar.”
‘SERKETINA GIRÊ SPÎ RÊ LI BER TÊKOŞÎNA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK VEKIRIYE’
Karayilan bal kişand ser gefên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku li hemberî Rojavayê Kurdistanê gotibû ‘Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê nehêlin li bakurê Sûriyeyê dewletek were avakirin’ û ev xal destnîşan kir:
“Ev gotin, zîhniyetê Erdogan û nêzîkatiya dewleta Tirk radixe pêş çavan. Mirovên li wê derê li dijî çeteyan cih û warên xwe diparêzin. Zarokên xwe diparêzin. Li wê derê, ji dewletbûyînê wêdetir parastina xwe heye. Lê belê DAIŞ kengî têk diçe, vana nerazîbûna xwe nîşan didin. Ev yek bi awayekî fermî xwedîderketina li DAIŞ’ê ye. Nerazîbûna xwe ya li hemberî têkçûna DAIŞ’ê bi vî rengî tînin ser ziman. Di heman demê de nîşan didin ku çiqasî li dijî gelê Kurd in. Li wê derê, ji dewletekê wêdetir kantonên bi rêveberiya cewherî ya gelê Kurd ava dibin. Rast e li wê derê wê dewletek ava bike, lê ev dewlet wê dewleta Sûriyeya Federal-Demokratîk be. Encama herî girîng a serketina Girê Spî ew e ku rêya têkoşîna Sûriyeya demokratîk vebûye. Yanî kes li wê derê ne li pê avakirina dewleteke cuda ye. Erdogan jî vê baş dizane, lê belê dixwaze bi vî rengî nîşan bide û ji destwerdana xwe re hincetekê amade bike.”
‘NEYARTIYA ERDOGAN LI HEMBERÎ KURDAN DIKE, WÊ AKP’Ê BIQEDÎNE’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan nîqaşên li ser wergirtina biryara ketina leşkerên Tirk li Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û got, “Wergirtina biryareke bi vî rengî ewçend hêsan nîne. Rewşa konjonturel a navneteweyî û herêmî heye, hevsengî hene. Dewleta Tirk nikare her tiştî li gorî dilê xwe bike. Ev yek wê Tirkiyeyê bi rewşên hin cidî re rû bi rû bihêle. Lê belê diyar e ku Erdogan û AKP, sedema bingehîn a têkoşîna xwe ya di hilbijartinan de Kurdan dibîne. Ji ber vê yekê, li hemberî Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Serok Apo helwestekê nîşan dide. Bi taybetî difikire ku ji ber berxwedana Kobanê winda kiriye. Ji ber vê yekê bi çeteyên faşîst re li Kobanê komkujiyeke mezin da kirin û bi vî rengî dixwaze nerazîbûna xwe verişe. Lê belê pêwîste vê yekê bêjim: Neyartiya Erdogan li hemberî Kurdan dike, pirsgirêkeke ku wê AKP’ê biqedîne. Heta niha ti ji siyasetmedarên di dijminatiya Kurdan de israr kirin, bi ser neketin. Ji ber ku civaka Kurd heqîqeteke. Dijberiya li vê heqîqetê, wê mirovan biqedîne. Wekî din, Rêberê Gelê Kurd Serok Apo her tim rêyên demokratîk pêşniyarî Erdogan û AKP’ê kir. Her tim got û israr kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd, di nêzîkatiya li pirsgirêka Rojava û di nirxandina mijarên Tirkiyeyê de yekane rêya çareseriyê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Lê belê wan di helwestên xwe yên antî demokratîk de israr kirin. Ya ku ew xistin vî halî ne dostaniya li Kurdan bû, dijminatiya li Kurdan bû. Eger dixwazin ji vê rewşê rizgar bibin, divê dawî li dijminatiya li Kurdan bînin. Yanî di rêyeke şaş de ne. Kûrkirina vê dijminatiyê wê wan bêhtir ber bi şaşitiyê ve dehf bide.
‘EW DEST LI ROJAVA WERBIDIN, EM Ê JÎ DEST LI WAN WERBIDIN; TIRKIYE BI TEMAMÎ WÊ BIBE QADA ŞER’
Li aliyê din eger di civîna MGK de yan jî li qadeke din biryara destwerdana li kantonên Rojava were girtin û bikevin nava hewldaneke bi vî rengî ya nexêr, ev yek wê ne destwerdana li Rojava be, wê destwerdana li tevahiya gelê Kurd be. Ha dest li Kobanê werdaye, ha jî dest li Amedê. Ti cudahî di navbera wan de nîne. Di rewşeke ku ev 2-3 sal in yekbûyînek ji aliyê hestewariyê ve di navbera Rojava û Bakur de pêk hatiye, gelo bi ya wan be; eger dest li Rojava werde wê Bakur li şûna xwe bisekine? Bi awayekî vekirî dibêjin: Eger ew dest li Rojava werdin, em ê jî dest li wan werdin; hingî wê temamiya Tirkiyeyê veguhere qada şer. Rayedarên Tirk pêwîste di vê mijarê de bi aqilane tevbigerin, serhildana gelê me ya 6-7-8’ê Cotmehê ji bîr neke. Bi tenê Rêber Apo karîbû wê serhildana mezin a gelê me bisekinîne. Aşkera ye, ev gel wê destûrê nede destwerdaneke bi vî rengî. Eger hûn dixwazin bi Kurdan re jiyaneke hevpar bijîn, wê demê divê hûn xwe ji tiştên bi vî rengî vegirin. Divê hûn dawî li neyartiya li hemberî Kurdan bînin. Êdî hatine radeya dawî. Destwerdaneke bi vî rengî wê bibe destwerdana Tirkiyeyê ya li şerekî navxweyî. Pêwîste tevahiya gelê û raya giştî vê zanibe; ji bo dewleta Tirk ji hewldanên bi vî rengî yên dijminane vegerînin, divê her kes bi berpirsyarî tevbigerin. Ka we digotin, ‘Birayên me yên Kurd’. Çima hûn ji rêveberiya xwe bi xwe ya 3 mîlyon Kurdên li Rojava aciz in? Çima hûn dibêjin ‘Ji DAIŞ’ê bêhtir xetere ye’? Çima we ev komkujiya li Kobanê bi rengekî xemsarî şermezar kirin, lê di rastiyê de hûn jê kêfxweş in? Li şûna ku hûn vê komkujiyê bikin rojev, radibin destwerdana li hêzên pêşî li komkujiyê digirin, nîqaş dikin. Wê demê xuya ye hûn alîgirê komkujiyê ne û hûn jî di nava vê komkujiyê de ne. Niha radibin dibêjin ‘Têkiliya me bi DAIŞ’ê re nîne’. Qaşo têkiliya te nîne, lê ji her alî ve tu di nava têkiliyê de ye. Her aliyekî de heman tiştî dibêje. Tuyê ewçendî hedef nîşan bide, dijberiyê bike, piştre wê komkujî rû bide lê tuyê ne destwerdana li yên komkujî kirin, destwerdana li hêzên pêşî li komkujiyê digirin nîqaş bike. Di ser re jî tuyê bêjî ‘Ez ne bi DAIŞ’ê re me’ Tu kê dixapîne! Rastiya te li holê ye.
Bi kurtasî biryareke bi vî rengî ya destwerdanê wê ji bo Tirkiyeyê bibe biryareke stratejîk. Ji bo gelê Kurd jî wê bibe destpêka serdemeke nû. Di vî warî de em ê li ber kesî negere. Ew û kêfa xwe. Eger bikin, bê guman wê gelê Kurd, em ê jî hin tiştan bikin.”
‘WEZÎFEYA LEZGÎN AZADIYA RÊBER APO YE’
Karayilan bal kişand ser kampanyayên di dema dawî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin û got, “Wezîfeya herî girîng û lezgîn a têkoşîna me, pêkanîna azadiya Rêber Apo ye. Ez hemû kes û saziyên bi vê armancê dest bi kampanyayê kirine, yên tevlî bûne û yên tevlî b ibin silav dikim, hurmetên xwe pêşkêş dikim. Bi taybetî di vê pêvajoya bi pêşengiya jin û ciwanan bi rê ve diçe de, bang li tevahiya gel û saziyên me dikim ku bi xurtî tevlî çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bibin.”
Karayilan herî dawî, di salvegera 19. a çalakiya fedaî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) û salvegera 22. a qetilkirina rewşenbîr û hunermendên Elewî li Otela Madimak a Swêwasê, hemû cangoriyên têkoşîona azadiyê û lehengên di oxira Kurdistana Azad û pêşeroja ronî ya Tirkiyeyê de canê xwe dane, bibîr anî

ANF

dîtin: 218

Pêveker:

ku tirkiye midaxeleyî rojava bike em midaxeleyî wan bikin