• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kûçik Dibin Sedema Bextewariya Me

Kûçik Dibin Sedema Bextewariya Me


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Gelarêzan 17, 2017, 10:59


Lêkolînên berê yên li ser kûtî/kûçikan diyar kiribû ku tenduristiya kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji tenduristiya kesên kûçik xwedî nakin, baştir bûye, bi taybetî kesên bi tenê serê xwe dijîn. Lêkolîna nû ya li Swêdê li ser 3,4 mîlyon kes pêk hatiye, encameke din destnîşan dike; temenê kesên di mala xwe de kûçik xwedî dikin, ji kesên din dirêjtir e.

Lêkolînerên ji zanîngeha Uppsalayê xebatên xwe li ser daneyên mêr û jinên di navbera 50 û 80 salî de bûne, pêk anîne. Lêkolînerên Swêdî li ser daneyên 3,4 mîlyon Swêdî yên qet bi nexweşiyeke kardiyovaskuler (nexweşiyên dil û xwînê) nexweş neketibûne û ji sala 2001ê heya 2013ê zanyariyên xwe yên tenduristiyê qeyd kirine, xebatên xwe pêk anîne. Li Swêdê kesên dixwazin di mala xwe de kûçik xwedî bikin, divê serî li dezgehên dewletê bidin û bi awayeke fermî kûçikê(n) xwe qeyd bikin û serdana Swêdiyên li nexweşxaneyê jî dihêt qeyd kirin.

Ji xebatê dihêt dîtin ku mirina kesên ji ber nexweşiyeke kardiyovaskuler yên di mala xwe de kûçik xwedî kirine li beramberî kesên di mala xwe kûçik xwedî nekirine, pirr kêmtir û dîsa rîska bi nexweşiyeke din mirin jî kêm bûye. Bextê kesên bi tenê serê xwe jiyane û di mala xwe de kûçik xwedî kirine, ji bexte kesên din yên di mala xwe de kûçik xwedî kirine, pirr caran baştir bûye. Rîska mirina zû ji sedî-sî û sê (33) û bi nexweşiyeke kardiyovakuler nexweş ketin jî ji sedî-deh û yek (11)kêmtir kiriye.

Rêvebirê sereke Tove Fall wiha dibêje; “Bi îhtimaleke pirr mezin kesên di malê de kûçik xwedî dikin, bêgav dimînin ku bigerin, bilivin. Ger û livîna me jî ji bo tenduristiyê karekî pirr baş e. Ez pirr caran rastî kesên kûçikê xwe hene hatime û ji min re bi awayeke pirr zelal û ji xwe bawer vegotina çîroka xwe kirine ku ew xwe bi hebûna kûçikê xwe pirr xurttir û hestiyar hîs dikin. Bi saya kûçikê xwe têkiliyên xwe yên cîvakî jî pêş ve birine.”

Dîsa hebûna kûçikê bandorê li biyolojiya mirovan dike. Zar û zêçên bi kûçikekî mezin dibin jî pirr kêm bi alerjî ne û kêm bi astmayê nexweş dikevin. Li gor dîtina Tove Fall xwedî kirina ajalên kedîkirî bandoreke erênî li muafiyeta mirovên gihaştî dike. Ji ber vê dikarin bi awayeke pirr serkeftî li hember stressê li ber xwe bidin û tansiyona mirovên gihaştî jî zû bi zû zêde nabe.

Çavkanî: Time

dîtin: 269

Pêveker:

zanist kûçik lêkolîn mirin xebat