• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kula Kobanê… Adar Jiyan

Kula Kobanê… Adar Jiyan


barkirin: Rezber 26, 2014, 1:38


‘Kul’ tê wateya birîna bi hicran ku qaşik digire, dixurime û zû bi zû nacebire. Belê her gav ne wekî birîna xedar a bêderman tenê, tê zanîn. Her wiha ew, wekî gelek derd û xemên giran ên ku di dil û hinavên mirov de şax vedidin jî tê binavkirin. Yanî kul, di wateya xazeyî(mecazî) de, wekî birîna nexuyayî ya ku derûniya mirov serobin dike û jiyanê li mirov diherimîne tê navandin. Ji bo wê kul, di wateya gelek tiştên neyinî yên din de jî tê bikaranîn Lewre kul, elem û azar e. Kul, qîrîn û hawar e. Kul, keser û axîn e. Kul, girî û nalîn e. Kul, êş û jan e. Kul, derdê bêderman e… Dema ku em zarok bûn, gelek caran ev bêjeya ne xweş bi ber guhê me diket. Ligel ku me wateya wê nizanibû jî, ji ber ku nexweşî bi bîra me dixist, em pir pê xemgîn dibûn. Gava ku dê û bavê me ji hinekan diqehirin, an hêrs dibûn, digotin “kul di mala we keve” Me, bêtir ji bêjeyên ku ji devê wan der dibûn, xemgîniya wan fêm dikir.
Ango em têdigihîştin ku çi qasî aciz bûne û qehirîne. Bi vegotineke din, bi bilêvkirina ‘kul’, ‘kula Şamê’, ‘kula Helebê’, ‘kula Şengalê’ re ast û pileya nifirên wan gurtir û tirs û xofa dilê me zêdetir dibû. Gelek caran em ji ber wan nifirên wan diteriqîn û bi çol û çiyan diketin. Heke hinekî zivêr bibûna digotin: Kkul di mala we keve”, hinekî din aciz bibûna digotin; “kula Şamê di mala we keve”. Bêtir aciz bibûna digotin, “kula Helebê di mala we keve”. Ku zêde zêde aciz bibûna digotin; “kula Şengalê di mala we keve” û hwd. Îcar bi rastî her çendî ku me tê derdixist ku ew nifir ne ji xêrê re ne jî, em tênedigihîştin û me tu wate nedidayê ku çima ‘kula Şamê’, ‘kula Helebê ‘ û ‘kula Şenagalê’? Me, ev hersê biwêjên nifirî tenê ji wan wergirtibûn û li gorî mêjer û derinceya şaşwazî û ecêbmayîna xwe bi kar dianîn.
Mînak; hevalekî me tiştekî nebûyî bikira me digot “kula Şamê ”, heke di lîstikê de bi ser biketa, me digot “Wey kula Helebê”, îcar heke xwe ji cihekî bilind bavêta jêr, me digot “Weyla Kula Şengalê di malê neketo” Bi rastî me nizanibû ku ‘kula Şamê’,’kula Helebê’ û ‘kula Şengalê’ bi çi awayî û li gorî çi qalib girtine û di jiyana me ya rojane de bi cih bûne. Belê îro karesat û bobelatên ku li Şengal û Kobanê pêk tên, me vedigerîne ser şopa nifirên dê û bavên me. Û rasterê me arasteyî darazî û boçûnên der barê karesatên dîrokî dike. Dixuye ku gelek caran bûyerên komkujî û qirkirinê li van bajaran (Şam, Heleb û Şengalê) pêk hatine.
Ev hersê biwêj, îro serê me li kevirê gorê dixe û dubare (çendbare) kulên hezar salan bi me dide jiyandin. Ez bi xwe ji van biwêjan derdixim ku, gelek caran dê û bavê zarokên kurdan, li van bajaran di komkujî û qirkirinên bêyom re derbas bûne û zêç û zarokên wan sêwî, birçî û tazî li kuça mane. Dirb û dîmenên Kovan û Şengala îroyîn, me dibe dema zaroaktiya me, ku bê çend carên din ev ‘kul’ bûne para gelê kurd û zêç û zarokên kurdan. Me gelek caran gotiye û em dibêjin ku şer û pevçûn karesat e. Û xasma jî karesata zarokan e. Şer û pevçûn, miûzkirina zarokan e. Şer û pevçûn, mişextin, koçberkirin û komkujiya zaroakn e. Şer û pevçûn, kuştina dê û bavê zarokan e. Şer û pevçûn qirkirin û tunekirina zarokan e. Zarokên ku ji aştiyê bidûr dikevin derûniya wan xera dibe.
Zarokên ku ji welatê xwe bi dûr dikevin, xewn û xeyala wan xera dibe. Zarokên ku dê û bavê xwe bidûr dikevin, hêvî û dahatûya wan xera dibe. Zarokên ku ji lîstik û pêlîstokên xwe bi dûr dikevin, jiyan û cîhana wan xera dibe. Kula me îro kula Kobanê ye. Kobanê, kula me hemûyan e. Kobanê kula gelê kurd e. Kobanê kula gelên Rojhilata Navîn e. Kobanê kula mirovahiya cîhanê ye. Li kîjan devera dinyayê zarok û dê û bavên zarokan bi komkujyê rû bir û bimînin, ew der ji bo me Kobanê ye. Kîjan zarok û dê û bavên zarokan li ser axa xwe dîl werin girtin, ew der ji bo me Kobanê ye. Li kîjan bajarê ku jin, zarok û kesên destvala tuşî êrîşên hovane bibin, ew der ji bo me Kobanê ye. Îro mirovahî di şexsê niştecihên Kobanê de dîl hatiye girtin. Îro dinya di şexsê gelê Kobanê de hatiye dagirkirin. Îro rûmeta gelên Rojhilata Navîn di şexsê Kobanê de hatiye binpêkirin. Gelê kurd parçeyekî bedena mirovahiyê ye. Êşa gelê kurd, êşa hemû gelên cîhanê ye.
Rûmeta gelê kurd, rûmeta hemû gelên cîhanê ye. Birîna gelê kurd, birîna hemû gelên cîhanê ye. Kula gelê kurd, kula hemû gelên cîhanê ye. Û kula Kobanê jî, kula hemû gelên cîhanê ye. Kesên ku li Kobanê xwedî dernekevin, nikarin li rûmeta mirovahiyê xwedî derkevin. Kesên ku li rûmeta Kobanê xwedî dernekevin, nikarin li rûmeta gelên cîhanê xwedî derkevin. Kesên ku li zarokên Kobanê xwedî dernekevin, nikarin li zarokên cîhanê xwedî derkevin. . Lêxwedîderketina Kobanê lêxwedîderketina cîhanê û alîkariya gelê Kobanê (gelê kurd) jî alîkariya mirovahiyê bi xwe ye. Ji bo wê, divê em îro li Kobanê xwedî derkevin, qey ku sibê ‘Kula Kobanê’ nekeve mala tu kesî.
Azadiya Welat

dîtin: 141

Pêveker:

kula kobanê