• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdên Nankor | Hayko Bagdat

Kurdên Nankor | Hayko Bagdat


barkirin: Gelawêj 8, 2015, 10:12


„Bêdengbe xayîn, te berê ne digot ez Ermenîme“

„Hey xafil, ma we berê dikarî qala Cemevi(Mala Elewiyan) bikin“

„Herî zêde AKP mafên mezin dane van Kurdên nankor, hîna jî diaxifin“

 

Ev gotinên jorê ji were nasyarin nizanim lê ez herroj bi dehan peyamên wekî vana werdigrim. Êdî ew zimanê „Berî AKP tofan bû“ yê ku ji bo hemî nasnameyên li vî welatî li dad û mafê xwe digerin tête bikaranîn me ji ber kirine.

Em dê peyre qala Elewî, Ermenî, Karker û jinê bikin.

Lê hindekî sûda wê heye ku em ji bo Kurdan hindekî li mijarê binêrin.

Ji ber ev gotin, bi taybet di vê dema dawî ya ku şer û pevçûna destpêkirî de, ji Erdoxan, Davudoxlu hetanî bi qeymeqamên navçeyan hertim tête gotin.

Ji ber ku wekî salên 90 a nikarin bikujin, ji bo destûr dane da zindanî bi Kurdî bipeyivin dihizirin ku em divê hesteka bêdawî ya sipasiyê bo wan hestbikin.

Dibêje qey piştî şerê hezar sale didome Zarokên Gula bûne desthilat û em gihiştine bextewerî û aramiya welatê çîrokan.

Başe ji xwedêre şikir ku li gorî vê rojeva herroj diguhere me hîna jî ew hunera bi pêçiya jimartinê hîna winda nekiriye.

Hun jêre şer, pevçûna daketî, tekoşîna bi terorê her çi jêre bêjin bêjin.

Ji wê roja ku çek teqiyane hetanî neha hema nîvê vê demê rêvebiriya AKP birêve bir.
Biserda jî ji roja Evdille Ocalan bo tirkiye hate anîn û piştre agirbesta yekalî ya 5 sala(1999“2004) hatî ragihandin welatekî di nava agirbestê de birêve birin.(2002)
Em carê çavekî bavêjin vê pêvajoya rêvebiriyê ya „Mirovî“ ya 13 sala ku pê serbilindî çêdibe;

Hêzên ewlekariyê, bi rêkên kuştinên bê dadgeh, neguhdarkirina fermana raweste, an jî gulebaranên ji xwe û mere ji 500 kesî bêhtir mirov kuştin.

Piranî li deverên Kurd lê dijîn belgenameyên derdorê 200 kuştiyên kirdarên wan nediyar hene.

Derveyî vê meha dawî 818 şehîd hatine dayîn, di wargehên leşkerî de ji 1000 kesî bêhtir leşker xwe kuştine.

Di nava 13 salan de 198 zarok ji aliyê polêsan ve hatine kuştin. Hindek jê bi gula, hindek jê bi qetê bombeyên gazê, hindek jê bi panzêr an jî navgînên giran ve hatine perçiqandin.

Di sala 2015 ê meha destpêkê de li Navçeya Cizîrê li Şirnexê di êrîşên polêsan de 6 kesê hatî kuştin 4 jê zarok bûn.

Ji 34 gundiyên li Roboskî hatî kuştin 22 jê zarok bûn. Piştî vê komkujiyê dozgerê leşkerî got; Tu sedemek tune ku doza rayê bête vekirin „ û biryara neşopandinê da.

Erdoxan, di dema bûyerên Amedê de(2009) „Jin jî bin, zarok jî bin dê pêdiviyê wê bêne pêkanîn „ gotibû.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2009 ê de nûnerê tevgera Kurdî ya siyasî ku dengên xwe du qat zêde kiribûn ya di Meclîsê de Partiya Civaka Demokratîk hate girtin.

Yekser piştî vêya di nava helmeta dijî KCK de serokên şaraderiya, serokên navçeya, rêvebirên partiya, rojnamevan, akademisyen, karmendên bi xwestek yên saziyên civakî yên sivîl, û parêzer bi hezaran mirov bê lêpirsîn hatine girtin. Hîna jî bi sedan jê di hundur dene.

Neha di girtîgehan de 846 girtiyên giran nexweş bi mirinê re şer dikin. Daxwaza wan ya berdanê nayê pejirandin. Serokkomar her çend xwedan wê destpêşxeriyê ye jî di vê mijarê de mirin berdewam dikin.

Lutfu Taş ku di encama banga Evdille Ocalan de, di deriyê Xabûr ve hatibû Tirkiyê piştî wê yekser hatibû girtin dilê wî rawesta û di nav wan kesan de bû yên ku jiyana xwe jidest dan.

Navên giring yên tevgera Kurdî Sakine Cansiz, Fidan Doxan, Leyla Şaylemez 9 ê Sibatê 2013 an li Ofîsa Enformasyona Kurdistan bûne qurbaniyê kujeriyekê. Derket holê ku Omer Guney yê ji aliyê Polêsê Fransa ve hatî binçavkirin encamê MÎT ê ye û berî kuştinê di derbarê nexşa kuştinê de li gel hindek rayedarên MÎT ê re hevdîtin pêk aniye.

Berî hilbijartinên Hezîranê bi sedan êrîşên nijadperestî dijî ofîsên HDP hatine pêkanîn. Gelik avayiyên bajaran dane ber agir.

Di pêvajoya hilbijartinan de, di dema şahiyên beharê yên Agirî Diyadînê di encama gulebarana Hêzên Çekdar yên Tirkiyê hevserokê DBP yê Agirî Diyadînê Cezmî Budak jiyana xwe jidest da.

Ajovanê navgîna hilbijartinê ya HDP Hamdullah Oge, li Bîngolê lêdan xwar û bi 30 guleyî hate kuştin.

Aydin Taşkesen, li Erzirumê di dema pêşandanê de, ajovanê navgîna HDP bû. Lêdan xwar û di nava terembêlê de hate şewitandin. Piştî bûyerê wezîrê navxweyî Sebahattin Ozturk weha got; Hindek bûyerên xemgîn yên divê nebûbane pêk hatin, lê gelek şikir, buyereke giring dernekete holê.

Li Amedê, Mêrsîn û Edenê bombe teqiyan. Li Pîrsûsê 32 ciwan parçeparçe kirin.

Hêzên Çekdar yên Tirkiyê piştî teqîna Pîrsûsê 3 êrîşên asmanî li ser çeperên DAÎŞ pêk anîn lê bi sedan car li Qendîlê xistin. Hîna rojên bihurî firokên şer yên Tirk 8 kesên sivîl li gundê Zergelê kuştin.

Di nava heftiyekê de 1302 kes hatin binçavkirin ji vana li gorî tê gotin 137 jê girêdana wan bi DAÎŞ re hatine dîtin.

Piraniya wan HDP yî 847 kes bi biyanoya PKK yî ne hatin binçavkirin.

Dîse di 15 rojên dawî de, di serî de li Şemzînan, Cûdî û Dêrsim ê tevde 400 hektar daristan hate şewitandin.

Bawer bikin derbirîna hemî aliyên vî wêneyî tenê pexşanek têrê nake.

Li himber vana tevan eger em bi komandoya televizyonê ya di dest xwe de TRT şeş ê vekin û sitraneka Kurdî guhdar bikin û em nikaribin bi vêya dilê xwe sar bikin gelo ev ji nankoriya me ye? Ez nikarim têbighêjim.

Lê ez di vêya de misogerim; ji bo ku ez vê komandoya televizyonê nexime devê wan kesên xwediyê wan gotinên min li jorê nivîsî, ewên di nîvê şer de dewlet bi rêve birî û bi serde jî biq biq diaxifin ez xwe bi zorê digrim.

 

Çavkanî: Taraf
Wergêr: Agirî Soran

 

HAYKO BAGDAT KÎ YE?

dîtin: 796

Pêveker:

kurdên nankor | hayko bagdat