• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
KurdFM bi versiona xwe ya nû ve di ANDROID an deye

KurdFM bi versiona xwe ya nû ve di ANDROID an deye


barkirin: Pûşper 12, 2013, 12:12


Radyoya herî navdar ya torê ya Kurdî KurdFM bernameya xwe ya ji bo ANDROID ê nû kir.
Vê sibê rêvebiriya Hêvî Group ragihand ku wana bernameya mobil ya KurdFM ji bo Android ê nû kirine û girtine nav bazara Play Stor ê de.
Radyoya Kurdî KurdFM 24 demhijmêra li ser torê weşana xwe dike, dem dema bernameyên zindî jî ji bo gûhdarên xwe pêşkeş dike. Wekî dîtir jî gûhdarên KurdFM tev dikarin bi rêka mobîlan gûh bidin KurdFM û yekser bi rêka mobîlên xwe daxwaziyan jî ji bo studioya KurdFm birê bikin.

Daxuyaniya Hêvî Group di warê bernama nû ya KurdFM de eveye.

KURDFM JI BO ANDROIDE CAREKÎ DIN Û BI AWAYEKÎ NÛ IŞEV DIKEVÊ PLAY STORE

KurdFM piştî demeke dirêj êdî bi versiona nû bi awayekî nû di nav ANDORID ê deye.
KurdFM di sibata 2010 ê de bi awayekî fermî û bisporî dest bi weşana xwe kir. Radyoya li ser înternetê ya Kurdî KurdFM di nava van sê salan de xwe gihande sedhezaran guhdar û bi taybet di warê bernamegeriya Mobîl û teknîkê de ji bo Kurdan bû pêngaveke dîrokî. Di Hezîrana 2010 ê de êdî KurdFM wekî bernama yekemîn ya Kurdan di nav cîhana Applê de cî girt û kete nav bernamegeriya mobîl de.

Di nava van sê salan de nêzîkî 130.000 kesî bernama KurdFM daxistine ser telefonên xwe. Hertim bername hate nûkirin û li gorî teknîka demê ji bo guhdarên Kurd hertim hate pêşxistin.

Di sala 2011 ê de bernameya KurdFM ji bo Androîdê jî hate pêkanîn lê mixabin bername serkeftî nebû û ji bo guhdarên Androîdê pêk nehat.

Lê îşev (12.07.2013) êdî bi bernameyeke nû bi versioneke nû radyoya KurdFM ji bo hemî guhdarên ANDORID ê dikeve nav sîstema PLAY STORE de. PLAY SOTORE vekin, KurdFM binivîsin û daxînin.

Bernameya KurdFM bi radyoya zindî, bi beşa nûçeyan, bi beşa daxwaziyê û beşa zanyariyê ve dê li ber destê we be. Hun dikarin bi telefonên xwe, him bi sîstemên Applê him bi sîstemên Android ê bi bernama KurdFm hertim û li her deverên daxwaziyan bişînin. Daxwaziyên we di demeke kin dê têne weşandin.

Bi hêviya ku hun bi Kurdî bijîn, bi KurdFM bijîn.

Rêvebiriya giştî ya Hevi Group
KurdFM
[email protected]

Dirêjeka ji bo daxistina bernamê

Him ji bo Appl ê
Him ji bo Androîdê
Him jî ji bo PC yên we dirêjkên daxistina KurdFM
windowsPC

 

adndroid

apple

dîtin: 704

Pêveker:

kurdfm bi versiona xwe ya ve di android an deye