• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurdistan dikare gaza xwe hinardeyî Ewropa bike”

Kurdistan dikare gaza xwe hinardeyî Ewropa bike”


barkirin: Gulan 15, 2015, 9:28


Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê ragihandiye ku ji bilî Azerbêcanê her yek li Herêma Kurdistanê û Tikmenistanê jî dikarin gaza xwe di rêya projeya xeta boriya Gaz Tirans- Anadol (TANAP) re hinardeyî Ewropa bikin.

Elî Babacan, alîkarê serokwezîrê Tirkiyê ji ajansa nûçeyan a Trêndnewsê ya Azerbêcanê re ragihandiye ku: Her yek li Herêma Kurdistanê û Tirkmenistanê di rêya hêla boriya Gaza Trans – Anadolê (TANAP)`ê re dikarin gaza xwe hinardeyî Ewropa bikin û bi vê jî bibin beşek ji projeya (Parastina asayîşa wizeya Ewropa) yê.

Ev gotina Babacan di demekê de ye ku berya biha hikûmeta navendî ya Îraqê nerazîbûna xwe beramber bi kar hêsaniyên hikûmeta Tirkiyê bo hinardekirina nefta herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyê nîşan dabû.


Ji aliyekî dinê ve jî li gor raporteke navenda Oksfordê ya lêkolînên wize yê ku wêneyek jê ketiye destê Xendanê têde hatiye ku: Jiber nêzîkbûna kêlgehên gazî yên Herêma Kurdistanê ji sînorên Tirkiyê ve tê çaverêkirin ku piştî 2020`an gaza Herêma Kurdistanê bighîje Ewropayê û beşdarî di kêmkirina piştgirêdana Ewropa bi gaza Rusyayê bike.


Navenda Oksford amaje bi wê yekê jî kiriye ku tê çaverêkirin hinardekirina gaza siruştî heya sala 2030 salane bighîje 10 bilyon metir sêça.

dîtin: 187

Pêveker:

kurdistan dikare gaza xwe hinardeyî ewropa bike”