• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Kurê Serokê Kurd Mihemed Hecî Mehmûd şehîd ket

Kurê Serokê Kurd Mihemed Hecî Mehmûd şehîd ket


barkirin: Gelarêzan 29, 2014, 1:06
xwendin: 606


Kurê Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê PSDK ê Mihemed Hecî Mehmûd, Eta Mihemed şehîd ket.
Roja çarşemê (26.11.2014) ê li devera Kerkukê di şerê dijî hovên DAÎŞ de kurê Mihemed Mehmûd Şehîd ket. Mihemed Hecî Mehmûd ji destpêka şer ve wekî Fermandarê devera Kerkukê yê şer hatibû diyarkirin.
Rojên bihûrî teroristên daîş li Til Werd ya başûrê Kerkukê êrîşî Pêşmergeyên Kurd kirin. Li himber vê êrîşê hêzên Pêşmerge li ber xwe dan û nehiştin ku terorist pêşde bên.
Di encama şerekî dijwar de hejmarek pêşmerge şehîd ketin. Ji van Pêşmergeyan yek jê kurê Serokê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd bû. Eta Mihemed li gel bavê xwe di sengerê şer de bû. Piştî birîndarbûna giran Eta Mihemed jiyana xwe jidest da.

Di encama şehîdbûna Eta Mihemed û hevalên wî yên Pêşmerge de ji aliyê partiyên siyasî yên Kurdistanê û gelik kesan ve sersaxî û serdan ji bo bavê Şehîd Mihemed Hecî Mehmûd hate pêkanîn.

 

heme_heci_mehmud heme_heci_mehmud2 heme_heci_mehmud3 heme_heci_mehmud4 heme_heci_mehmud5 heme_heci_mehmud6

 

 

Pêveker:

kurê serokê kurd mihemed hecî mehmûd şehîd ket