• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Laşê biçûk yê Alanê Kurd gavên mezin dide avêtin, Ji nivîskarên cîhanî arîkariya Penaberan

Laşê biçûk yê Alanê Kurd gavên mezin dide avêtin, Ji nivîskarên cîhanî arîkariya Penaberan


barkirin: Êlûn 5, 2015, 12:43


Ji bo penaberên Rojava û Sûriyê nivîskarên cîhanê dest dane hev. Helmeteke biçûk ya arîkariyê wekî aşûtê mezin bû. Di nava rojekê de 150 hezar euro kom bû.
Mirina Alanê biçûk û wêneyên cendekê wî tevayî cîhan xiste nava tevgerê.

Nivîskarê Pirtûkê zarokan Patrick Ness, piştî wêneyê Alanê Kurd yê 3 salî dît biryar da ku têkevê tevgerê û tiştinan bike. Ness dest pê kir li ser Înternetê helmeta berhevkirina Pera ragihand.
Di ragihandinê de jî diyar kir ku perê bêne berhevkirin dê biçine ji Bernameya `Zarokan Rizgar bikin` re. Ev sazî ya arîkariya ji bo Penabera ye.
Di destpêka helmetê de Ness hizir kiribû ku 10 hezar Euro berhev bike. Di nava demhijmêrekê de gihişte vê armanca xwe.
Piştî wêya Nivîskarê navdar John Green xwedanê pirtûka `Di jêr heman sitêrkê de` 10 hezar Euro bexşîn. Piştî Green bi dehan nivîskarên dîtir jî pere bexşîn û xwendevanên xwe jî vexwendine vê helmetê.

Helmeta arîkariya Penabera an jî zarokan mezin bû. Wekî ku Ness jî di rûpelê xwe de parve kirî bi carekê ve teqiya.

Ness di nava Rojekê de 150 hezar Euro berhev kir.

dîtin: 483

Pêveker:

laşê biçûk alanê kurd gavên mezin dide avêtin ji nivîskarên cîhanî arîkariya penaberan