• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Lêkolîna Li Ser Muafiyetê û Teknîka Nû

Lêkolîna Li Ser Muafiyetê û Teknîka Nû


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 21, 2017, 8:04


Lêkolînerên Amerîkayî vedîtina dermaneke nû pêk anîn. Dermanê nû dikare kesên nexweş yên bi HIV û AIDSê ji nexweşiyê xelas bike. Lêkolîner xebatên xwe li ser mişkên bi nexweşiya muafiyetê pêk anîne û dermankirina mişkên bi nexweşiya muafiyetê pêk anîne.

 

Lêkolînerên ji du zanîngehên Amerîkayî dermankirina mişkan bi teknîkeke genetîk ya bi navê CRISPR pêk anîne. Bi vê teknîkê di şûna genên bixesar yên nû têne bicî kirin. Lêkolîner di xebata xwe de genên mirov li mişkan zêde kirine û dû re dîtine ku mişkên bi genên mirov di demeke kurt de ji nexweşiyê xelas bûne.

 

Lêkolîner vîrûsa HIV-1 ku jê re EcoHIV jî tê gotin, li muafiyeta mişkan zêde kirine û xebatên xwe li ser genoma mişkan pêk anîne. Lêkolîner biserketine ku genomên mişkan yên bi vîrûsa HIV-1ê paqij bikin. Lêkolîner diyar dikin ku hin astengiyên piçûk hene û pêdivî bi çareseriya astengiyên piçûk heye û dîsa raber dikin ku teknîka nû, bi xebatên berfireh dikare hêviya mirovên bi HIV xurt bike.

 

Lêkolîner dîtinên xwe wiha raber dikin; "Lêkolînên berê yên li ser genoma mişk an ajalên din pêk dihatin û encamên serkeftî diyar dikirin, dema li ser genoma prîmatan dihatin ceribandin heman encamên baş û serkeftî diyar nedikirin. Lêbelê me xebatên xwe li ser genoma ajalên cihêreng pêk aniye û hema bêje giş jî pirr serkeftî ne. Divê em gavekî din pêşve biçin û xebatên xwe li ser genoma prîmatan biceribînin."

 

Çavkanî: The Independent

dîtin: 119

Pêveker:

hiv crispr muafiyet aids