• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Leyla Qasim; Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim

Leyla Qasim; Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim


nivîskar: Kakşar Oremar
barkirin: Gulan 16, 2014, 9:54


Di şeveke bihara sala 1950an de hate dinê, ji ber wê jî babê wê navê Leyla danî ser. „Leyl“ peyveke erebî ye û wateya wê „şev“ e. Wê ji wateya navê xwe hez nedikir, ji ber wê jî piştre „rojeke nû“ di jiyana Kurdan de da destpêkirin. Tawana Leyla Qasim û hevalên wê hewldanên ji bo kuştina Sedan Husên û Ehmed Hesen Bekir bû. Sala 1974an şerekî giran di navbera şoreşgerên Kurd bi serokatiya nemir Mistefa Barzanî û Baasîyên cinayetkar de hebû. Serkeftina Kurdan di qada şer de bû sedem ku Baasî jî li dervey sinorên Îraqê li rêyeke çareseriyê bigerin. Roja ku ew hatine girtin, Sedam Husên û Ehmed Hesenbekir ji Qahirê vedigerîn Bexdayê. Leyla û hevalên xwe jî diçine balfirgehê, lê balefira ku Sedam û Hesenbekir têda ne, du saetan dereng digehe Bexdayê. Leyla û hevalên xwe di nava balfirgehê de digerin û ev jî bala berpirsên êstxbaratê dikişîne û wê şevê wan digirin.

 

Daxwazên Sedam ji Leyla Qasim

Hem di girtîgehê de û hem jî di dadgeha formalîte de Leyla li berxwe dide. Wek Sebîhe Qasim a xwîşka wê dide diyarkirin di girtîgehê de Sedam Husên diçe û Leylayê dibîne. Jê daxwaz dike ku dest ji bîr û ramanên xwe hilîne û ji karekî wiha re jî çi bixwaze ew amadeye pêşkêşî wê bike. Lê Leyla jêre wiha dibêje: Gotinên te hatin dawiyê?“ Sedam bi baldarî li wê û hereketên wê yên tije wêrekî dinêre, û jêre dibêje:“ erê daxwazên min ji te tenê evin. Ez dikarim di zanîngehê de karê herî baş bideme te û çiqas jî pere û malê dinê bixwazî bideme malbata te…“ Leyla jî bi dengekî bilind wiha jêre dibêje:“ Ez Kurd û ji Kurdistanê me. Ji nava dilê şoreşê rabûme û tiştekî ji te naxwazim. Ez şikest û bisernekeftinê napejirînim. Ger min îdam jî bikî, tu yê derheqa min de karekî qenciyeke mezin bikî, lê ji bîr neke ku tu bixwazî an jî nexwazî Kurd yê rojekê ala Kurdistanê bilind bikin. Ez xiyanetê li doza Kurdistanê nakim…“ Sedam diqehire û ji ber ku tênagehe ka Leyla çiqas ji wî dûrbîntire, roja piştre wê û 4 hevalên wê di girtîgeha Ebu-Xerîb de îdam dikin.

 

Kurte jiyana Leyla Qasim

Leyla keça Qasimê kurê Hesen sala 1950’an de li kompaniya petrolê ya bi navê Elwend li nêzî gundê Banmîl yê girêdayî bajarê Xaneqîn li başûrê mezinê Kurdistanê di nava malbateke hejar û welatperwer de hat dinê. Xaneqîn bajarê Leylayê jî weke bajarê Kerkûkê ji ber kanên petrolê hertim bi siyaseta te’irîb û enfalkirinê re rû bi rû maye û heta roja îro jî siyaseta asîmîlasyonê li wir berdewame. Kurdên wilayeta Xaneqînê jî di çaxê şoreşa Eylûlê de bi gerimî di şoreşê de beşdarî kirin û di vê rê de gelek şehîd pêşkêşî doza Kurdistanê kirin.

Bavê Leylayê Qasim karkerekî palavtin(tesfîye) a neftê li kompaniya Elwend bû ku piştî xanenişîn kirinê li sala 1971’an malbata wan koçî bajarê Bexdayê kirin. Xwîşk û birayên Leylayê Sebîhe, Selam, Sefa û Selah tev jî di karê xwîndinê de xwendevanên zîrek bûn û heryekî ji bilî karê dersxwîndinê bi şêweyên cur bi cur dixebitîn ku ji bo debara jiyana malbata xwe hevkariya bavê xwe yê karker û dayika xwe ya zehmetkêş biken. Ew herçend malbatek feqîr bûn jî, lê xwe pir bextewer dihesibandin û bi keda destên xwe jiyanek tejî semîmyet bi hevre didomandin. Bav û dayika wan şev û rojan dixebitîn ku pêwîstiyên zarokên xwe cîbicî biken.

Sala 1958’an Leylayê dest bi xwîndina xwe ya dibistanê kir û li bajarê Xaneqîn xwîndina xwe ya navendî jî bi dawî anî. Ji ber ku Leylayê ji temenê zarokatiyê tama hejarî û feqîriyê kişandibû, xewna azadiya Kurdistanê jî didît û tam û evîna Kurdayetiyê roj bi roj di mêşik û ramanên wê de şirîntir û bihêztir dibûn.

Herçend ku Leyla Qasim di temnek kêm û hê jî ciwan bû, lê ji zarokatiyê pir bi aqil, şareza û têgihiştî bû û baweriya wê bi wekheviya keç û kuran hebû. Ev nîşana yekê bû ji bo selmandina vê rastiyê ku Leyla Qasim dixwaze li ser ramanên xwe yên demokrasîxwaziyê heta canê xwe jî fîda bike.

Leyla bi riya birayê xwe yê mezin şehîd Selam Qasim ku bi şêweyek nihînî endamê Partî Demokratî Kurdistana Îraqê bû sala 1970’an bi fêrmî bû endama wê partiyê û xebata xwe ya ji bo doza Kurdistanê di nava xwîndevanên Kurd de dadestpêkirin. Piştî wê li bajarê Bexdayê lîse jî qedand û dûre sala 1971’an di para edebyatê beşê sosiyolojî li zanîngeha bajarê Bexdayê hat pejirandin.

Ji sala 1972’an di nava bajarê Bexdayê de liv û lebata yekîtiya xwendevanên Kurdistanê herçend îstixbara Beesîyên Îraqê her der û hertişt kontrol dikirin, roj bi roj zêdetir dibû. Li wan salan piraniya hêz û bizava şoreş Kurdan ya di bin rêbertiya PDK.I de li çiyayên başûrê Kurdistanê û herêmên azadkirî de civiyabû. Ji bona wê jî dema Leylayê dît ku herkes dibêje:” Kurd tenê dikarin li gund û çiyan serî hildin û jin nikarin tevî karê mêran û xebata şoreşgerî bibin û xebatên jinan ji yên mêran cuda ne”, biryar da ku tevî xwendevanên xurt bi awayekî aktîvtir û berfirhetir xebata xwe ya Kurdayetiyê li bajarên Îraqê û bi taybetî jî li Bexdayê zêdetir bikin.

 

Biryara evînê û doza welat

Leyla Qasim û Cewad Hemewendî (hevalê dema jiyan û mirina wê) di serdemek wiha girîng de ku Beesîyan hebûna netewa wan înkar dikirin, dest ji eşiqa xwe berdan û bûn evîndarên doza Kurdistanê. Wan biryardan ku heya bi destxistina mafê xwe yê netewî li rex hevalên xwe yên din ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bixebitin. Leyla û Cewad ku xwedî baweriyeke mezin bi doza netewa xwe bûn di sala 1974’an de bi hevre li ser rewşa sosyolojiya Kurdan gotarek nivîsandibûn û li derfetekê digeriyan ku gotara xwe biweşînin û di nava gel de belav biken. Lê ji nûve destpêkirina şer û girtina wan bûn sedem ku nivîsa wan nekeve destê xwendevanên Kurd û nivîs ji aliyê sîxurên Baas ve hat wenda kirin.

Piştî xebata salên dijwar û giran di 11’ê Adara sala 1970’ê de piştî gotûbêjên dûr û dirêj yên di navbera serokkomarê Îraqê û nemir Mistefa Barzanî de di çarçoveya Îraqê de otonomî ji Kurdên başûrê Kurdistanê re hat diyarkirin. Rewşa şer û aştiya di nava aliyê Kurd û komara Îraqê de heya Septambira sala 1974’an domand.

Di wê serdemê de Amerîkayê jî hevkarî dida serhildana Kurdên başûrê Kurdistanê, lê mixabin dema ku pêdvî bi hevkarî hebû, dewleta Amerîkayê ew bi tenê hiştin û destûr dan jandarêmê xwe yê rojhilata navîn (M. Riza Şahê Pehlewî) ku ji bo şikesta şoreşa Kurdan hevkariya Baasiyan biken.

Piştî wê dema ku Amrîka û rejîma seltenetiya Iranê destê xwe ji piştgîriya Kurdan berdan, rejîma Îraqê li dijî Kurdan şerekî giran û hovane dadestpêkirin û ji nişkave di civakê de pir tevlîhevî çêbûn. Malbatên Kurdan ji bajarê Bexdayê hatin derxistin û rewşa siyasî a Kurdan roj bi roj xirabtir dibû. Li bajarê Bexdayê endamên êstixbarata dewletê bi sedan xwendevan û Kurdên nîştimanperwer girtin û rewşek tejî tirs ji azadîxwazên Kurd û Ereb re afirandin. Herwiha li Kurdistanê jî bi dehan gund hatin wêrankirin û di 24 Aprîla sala 1974’an de bajarê Qeladizê jî bi giranî hat bombaran kirin ku di encamê de çend xwendevanên Kurd jî li wir şehîd bûn.

Piştî vê yekê, Beesiyan hêrişî ser bajarê Helebçê kirin û ew bajarê Kurdistanê jî bi giranî hat bombaran kirin û gelek kesên sivîl û bêguneh hatin kuştin û birîndar kirin. Li hemberî van hovatiyên rejîma Îraqê gelek xwendevan û gelê sivîl ji Bexdad û bajarên din yên Îraqê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê û tevlî hêzên pêşmergeyan bûn. Lê Leyla Qasim û Cewad Hemewendî di wê baweriyê de bûn ku divê xebat ne tenê li çiyayên Kurdistanê belkî xebata herî giran pêwîste di nava dilê dijmin de û bi taybetî jî li bajarê Bexdayê bê domandin.

Êvariya roja 28. 04. 1974an Leyla û çar hevalên wê ( Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî), hatin girtin û rejîma Bexdayê di rojnameya Elsewre(organa fêrmiya dewletê) û di radiyo û TV a xwe de ew girtî weke “terorîst û dijminên dewleta Îraqê” bi xelkê û raya giştiya cîhanê dan nasandin.

Leyla û hevalên wê ku weke kevokên azadiyê bibûn êxsîrên destên gemarên karbidestên rejîma Bees, di girtîgehê de rastî şikence û azarek pir mezin bûn. Herçend biçûktirîn tawan li ser wan nehat îspatkirin jî, lê rejîma Îraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî çîna rewşenbîr ku piştgîriya doza xwe ya netewî dikirin, di demek kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgehek formalîte her pênc ciwanên Kurd bi îdamê mehkum kirin.

Îdamkirina Leyla Qasim û hevalên wê li piranya deverên cîhanê bi riya medya belav bû. Xwendevanên Kurd jî li dervey Kurdistanê dest bi meşên protestokirinê kirin. Hovtiya Baasiyan ku hemû riyên çareserkirina pirsgirêka Kurd tenê di şehîd kirin û wêrankirina gund û bajarên Kurdan de didîtin, bi şehîdkirina Leyla Qasim re bêtir ji raya cîhanê re hat xuyakirin. Ji ber ku di dîroka Îraqê de ew cara yekemîn bû ku keçeke Kurd bi eşkerahî û bi şêweyek dûr ji hemû pirensîpên exlaqî û tenê ji ber helwesta wê a azadîxwazî û Kurdperweriyê bê şehîdkirin. Leyla tenê têhniya jiyanek serbest di etmosfêrekî azad de bû û hemû guneha wê helwesta wê ya Kurdyetî û niştimanperweriyê bû.

 

Bandora îdama Leyala Qasim

Şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sebeb ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendevan û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina riya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê.

Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd li dijî zordarî û çewsandina netewa Kurd. Bi şehadeta Leylayê re baweriya jina Kurd xurtir bû û di wê demê de şerê di navbera Kurd û dewleta şovînîsta Îraqê de jî gurtir û berfirehtir bû.

Gelê Kurd li hemû perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim jî wekî qehremaneke netewî dibînin. Sala 1974’an dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistana mezin bi hezaran dayikên Kurd navê Leylayê ji zarokên xwe yên keç re hibijartin û wêneyên Leylayê ketina nava malên hemû Kurdên ku evîna azadî û serxwebûna Kurdistanê di dilê xwe de diparastin.

Û îro hezaran keçên Kurd gerîla û şoreşgerin. Nîva xebata siyasî-leşkerî li ser mile keç û jinên Kurd e. Îro Leyla Qasim bûye sembola canfedayî a keç û jinên Kurd.

 

Jêder û chavkanî:

_ Hevpeyvîn bi Adil Murad berpirsyarê YXK di çaxê şoreşa nemir Mistefa Barzaî de.

_ Hevpeyvîn bi Dr. Fuad Husên hevkarê Leyla Qasimê yê rixistina siyasî.

_ Sipas ji bo zanyarîyên xanima hêja Eqîle Rewandizî û maosta Dr. Cebar Qadir.

_ Hevpeyavîn bi xwîshka Leyla, Sebîhe Qasim re.

 

13. 05. 2014 Wan / Bakurê Kurdistanê

dîtin: 572

Pêveker:

leyla qasim ez xiyanetê li doza kurdistanê nakim