• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Leyla Qasim, tirsa dilê neyaran

Leyla Qasim, tirsa dilê neyaran


barkirin: Gulan 12, 2014, 11:19


Îro roja şehadeta jina Kurd ya jîr Leyla Qasim e. Leyla Qasim jina palewan ya Kurd di sala 1974 ê de wekî îro ji aliyê zilmkarên serdestên Bees ve hate dardakirin.

 

Leyla Qasim di sala 1952 yê de li Xaneqîn hatiye dinê. Leyla Qasim hîna di temenê ciwanî dema dibistanê de li gel hezkiriyê xwe bi navê Cewad tevlî yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê bûn û paşê jî bûne pêşmerge.

Di sala 1974 ê de ku demeke gelek dijwar û xirap bû ji bo Kurdan hêzên Ereb yên Iraqî bi tundî bi ser Kurdan de çûn. Ji ber ku him li Îranê, him li Iraqê Emerîka piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan vekêşa û Kurd bi tenê hiştin di navbeyna dijminên dagirker de.
Bi vê boneyê rejîma Beas êrîşekî dirinde li ser Kurdan da destpêkirin û 24 ê Nîsana 1974 Qeledizê bumbeberan kir. Ev bûyer û gelik bûyerên dîtir yên dijwar rû dan. Gelik Kurda hatin binçavkirin û gelik jê di bendîxaneyên Rejîma Baes de hatine kuştin.

 

Jina Kurd ya ku wê demê wekî remza şervantiya Jinên Kurd derdikete pêş Leyla Qasim jî li gel çend hevalên xwe, Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî hatin girtin û di çapemeniya Iraqê de hate ew wekî dijmin û terorîstê hatine ragihandin.

 

Leyla Qasim û hevalên xwe di bendîxaneyên Iraqê de rastî êşkenceyeka hovane hatin. Di warê resmî de dadgeheke pêkhatî hate lidarxistin û têkoşerên Kurd bi cezayê îdamê ve hatine darezandin.

 

Leyla Qasim bi wêrekiya xwe û ew hêza wê ya welatperwerî ku dihêlişt di nava cergê dijmin de tev bigere û têbikoşe di dîroka Kurd û Kurdistan de cih girt.

Leyla Qasim bi wêrekiya xwe û hê û vîna xwe ve ji bo dîroka tekoşîna Kurdewarî bû mînakeka sereke.

 

Leyla Qasim berî sêdarê jî berxwedana xwe her berdewam kir û nehiştin ku celadên wê çavê wê bigrin û destê wê girê bidin.

Di heman demê de li himber daxwaza lêburîn û poşmanbûna ku dijminan jê kirî Leyla Qasim weha dibêje;

Ger ku ez ji yek tiştî poşman bibim ewe jî ewe ku ez bêyî ku bi têrî kar û xizmeta gelê xwe bikim. Eger ku ez lêburînekî jê bixwazim ewe jî her dikarim ji gelê xwe lêburîn bixwazim ku min bo doz û piştevaniya netewa xwe kêm xizmet kiriye.

 

 

Rewanbej

dîtin: 259

Pêveker:

leyla qasim tirsa dilê neyaran