• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman

LEZGÎN| Di mitînga aştiya Ankarayê de teqîn (VÎDEO)


barkirin: Rezber 10, 2015, 11:22
xwendin: 186


Li gor agahiyên dawî îro (10’ê Cotmehê) di mitînga aşitiyê de ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê û hevkariya sendîkayên weke DISK, KESK, MMOB û TTB û navendên din li Ankara ya paytexta Tirkiyê hatibû rêkxistin du teqîn çêbûn.

Ligor zanyariyên dawî di encama teqînan de heya niha 30 kesan jiyana xwe ji dest daye û hejmara birîndaran 126 kesin.

Teqîn demjimêr 10’ê sibê û nêzî rawestgeha trenê ya navenda Ankarayê çêbû. Heya niha sedem yan encamderên teqînê nehatine diyar kirin. Ligor şahid û beşdarên mitîngê, teqîn xwekujî bûye.

Piştî teqînê Hevserokên Giştî yên HDP’ê, Fîgen Yuksekdag û Selahedîn Demîrtaş, hemû bernameyên xwe betal kirin û ber bi Ankarayê ve bi rê ketin.

Hevserokê Giştiyê HDP’ê Selahedîn Demîrtaş di daxuyaniyekê de ji çapemeniyê re got: komkujiyên Amed û Suruçê li Ankara yê dubare bû.

Navbirî herwiha got, ev kiryar ji bo tirsandina gel û teslîmiyeta berxwedan a wan e. Destê kesên kesên ku şer dixwazin û teqînan çêdikin vekiriye, lê kesên ku mitîngên aştiyê rêkdixin têne kuştin û serkut kirin. Hêzên polîsan li şûna hevkariya birîndaran, êrişî gel dikin.

Demîrtaş di berdewamiya axiftina xwe de got bi wî awayî em çawa xebatên hilbijartinê bikin?

Heya cenazeyek jî i erdê mabe, hevkarên me tu xebatee hilbijartinê nakin.

Pêveker:

lezgÎn di mitînga aştiya ankarayê de teqîn vÎdeo