• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN ; Li Geverê komkujî pêk tê

LEZGÎN ; Li Geverê komkujî pêk tê


barkirin: Gelawêj 27, 2015, 7:23


Eve çend roje li Geverê artêşa dagirker ya Tirkî her dever dorpêç kiriye û nexşa komkujiyê li ser Gelê Kurd pêk tîne. Li gorî ragihandink, daxuyanî û nameyên ji navîçeyê tên hetanî neha 6 Kurd li Geverê şehîd  ketine û gelek birîndar hene.

Artêşa Tirk hemî ketinên bajêr girtine û nahêle kesekî fermî jî têkevê nav bajêr.

Ji hemî aliyan ve artêşa tirk bi tank, top û panzêrên xwe ve bajar girtiye bin nîra xwe û bi her rengê çekan guleyan bi ser gel de direşîne.
Bi sedan mal jî bûne armanca guleyên topa û bomba.

 

Li Cizîrê jî li gorî zanyariyên dawî 2 zarok tevde 3 kes îro hatine şehîdkirin.

Artêşa tirk êrîşên xwe yên dirindeyî li ser bajarên Kurdistanê û bi taybet li ser ciwan û zarokên Kurd berdewam dike.

 

Rewanbêj

dîtin: 538

Pêveker:

lezgÎn li geverê komkujî pêk