• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Li hesekê komkujî, 160 kes hate kuştin

LEZGÎN | Li hesekê komkujî, 160 kes hate kuştin


barkirin: Befranbar 21, 2015, 2:50


Li gorî daxuyaniya Konseya Giştî ya Şoreşa Suriyê û nûçeya Rûdawê hate diyarkirin ku li Hesekê gundê Hanse di encama bombebarankirina hêzên rejîma Sûriyê de nêzîkî 160 kesî hate kuştin. Li gorî nûçeyê hêzên desthilata Sûriyê êrîşa hewayî birine ser cihê bazara ajelan li gundê Hansê û di encama vê êrîşê de 160 kes hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bazara ajelan buye gola xwînê û meytên mirovan ji ber dijwariya bombeyan nayêne naskirin.

Birîndarên bûyerê jî ji bo nexweşxaneyên Qamişlo, Şedade, Meyadîn û Dêra zorê hatine veguhestin.

Di dema dawîde hêzên rejîmê êrîşên dijwar dibine ser gelê sivîl.

 

Rûdaw

dîtin: 664

Pêveker:

lezgÎn li hesekê komkujî 160 kes hate kuştin