• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
LEZGÎN | Li Nisêbînê şer dijwar bû, Pira Ehmed Kaya hate teqandin

LEZGÎN | Li Nisêbînê şer dijwar bû, Pira Ehmed Kaya hate teqandin


barkirin: Gelawêj 20, 2015, 8:17


Berî bi nîv saetê derdorê 21:00 ê Bakurê Kurdistanê li Nisêbîn bi teqêniyeka mezin hejiya. Duxan bi ser Nisêbînê ket. Li gorî nûçeya lezgîn ya ji navçeyê hatî Pira Ehmed Kaya hate teqandin. Hate diyarkirin ku teqîna Pirê xisareka mezin daye xaniyên derdorê jî. Li gorî agahiyên herêmî yên ji Rewanbêj re hatî ragihandin şerekî dijwar li nav bajêr destpê kiriye.
Hate diyarkirin ku şer di navbera ciwanên Kurd û leşkerên Tirkiyê de rû daye. Di vî şerî de gelik birîndar çêbûne û hejmara kuştiyan nayê zanîn.

Hate diyarkirin ku îro di dema şer de guleyek ji çav ve li serê zarokekî salî ketiye. Zarokê bi navê Isa Dag giran birîndar bûye û ew birine Nexweşxaneya Rihayê.
Ji bo vê yekê nişteciyên Nisêbînê kesek ji malên xwe dernakeve û xwe diparêzin.

Bi boneya şer Înterneta bajêr û derdorê wê hate qutkirin.

 

 

 

Rewanbêj/Nisêbîn

dîtin: 655

Pêveker:

lezgÎn li nisêbînê şer dijwar pira ehmed kaya hate teqandin