• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Almanya Merkel bi serkeft

Li Almanya Merkel bi serkeft


barkirin: Êlûn 23, 2013, 11:01


Di hilbijartinên Almanya de partiya serokwezîr Angela Merkel, CDU serkeftina xwe pîroz dike.

Her çend encamên hilbijartinê bi awayek fermî nehatibe ragehandin jî ragehandina Alman di nûçeyên xwe yên îro de diyar dikin ku medyası Merkel di hilbijartinan de serkeft. Piştî hilbijartinan siteya govara Der Spiegel di manşeta xwe de got: ‘Komara Merkel’ û rojnameya Frankfurter Allgemeine jî got: ‘Serkeftin ya Merkele.’ Her weha rojnameya Züddetsche Zeitung jî ji bo serkeftina Merkel got: ‘Serkeftina Merkelismus’.

Li gor encamên heta niha partiya serokwezîr Angela Merkel piraniya dengan biriye lê nikare bi tenê serê xwe hikumetê damezrîne. Hevrêyê wê Partiya Demokrat ya Azad FDP jî tenê 4.6 ji % dengan wergirt û nekarî bendê derbaz bike. Partiyên Çep jî piraniya meclîsê bi dest xistin.

Li gor encaman Partiya Çep (Dîe Lînke) dengên xwe kêm kirin lê dîsa jî weke partiya duyemîn derdikevin. Partiyên Çep, ji ber helwestên ji hev nakok nikarin pirbûna hejmarên xwe yên li parlamenê jî sûd werbigrin.

Der barê encamên hilbijartinan de Merkel got eve encamên sûperin.

Wekî dîtir jî çend berendamên Kurd jî beşdarî hilbijartinan dibin. Li gorî agahiyên destpêkê li Elmanya Berlînê berendama Kurd Cansel Kiziltepe bû endamê Parlementoya Komara Federal ya Elmanya ji bo 4 salan.

Agahiyên li ser berendamên dîtir yên Kurd jî tên.

Rewanbej.com

dîtin: 388

Pêveker:

li almanya merkel bi serkeft