• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê

Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê


barkirin: Hêzîran 16, 2013, 8:42


Di “Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê” de, nêzîkatiya yekitiya netewî hat pejirandin. Civata konferansê dest nîşan kir ku ewê di pêngava çareseriya demokratîk de, rola xwe ya dîrokî bileyzin.

“Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê” ya li Otêla Lîlûz a Amedê, di roja xwe ya duyemîn de bi rûniştina çaremîn a bi sernavê “Li Bakurê Kurdistanê yekitiya netewî û helwesta hevpar” bi dawî bû.

“Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê” ku yek ji çar konferansên li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ket rojevê, bi beşdariya 250 delegeyên ji Ermenî, Suryanî, Êzidî, Ereb û gelek etnîsîteyên cûda, pêk hat. Konferans, li gel BDP, KCD, KADEP, OSP bi giştî 17 partî û rêxistinên civakî yên sivîl ve hat organîzekirin û di warê diyarkirina çarenûsa gelê Kurd de, roleke girîng lîst.

BÛLDAN: DEM DEMA YEKITIYA GELÊN KURDISTANÎ YE

Parlamentera BDP’ê ya Îdirê Pervîn Bûldan dan xuyakirin ku serdema modern de gelê Kurd bi çar parçeyan hatiye parçekirin û li her parçeyî hatiye kuştin û got, “Kurdan, evîna xwe ya azadiyê jîndar kir. Berxwedana wan mîrateyek, ezmûnek afirand. Ji vê herî zêde jin bi bandor bûne. Jinên Kurd xwedî li nirx û çanda xwe ya netewî derketine. Li dijî navgîna zor û zilmdar a mêtîngeran rawestiyan û ev bi ser xistin. Jinên Kurd weke berxwedêr tevlî gelek raperînan bûne. Di asta pêşengiyê de beşdar bûne. Li Dêrsimê Besê, Leyla Qamis a Kerkûkî canê xwe feda kirine. Li dijî her şêweyên paşverûtiyê Bêrîtan rawestiyaye. Jinên Kurd bi qasî têkoşîna li dijî mêtîngeran, li hemberî mêran jî li ber xwe dane. Di qonaxa niha jinên Kurd bi awayekî çalak li ser qada jiyanê cih digirin.”

Bûldan destnîşan kir ku dem dema yekiitya gelên Kurdistanî ye û got, “Yekitiya jinan wê civakan azad bike. Ev nêzîkatî xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Divê jin bibin pêşengên yekitiyê ku bibin wesîleya aştiyeke bi rûmet. Yekitiya netewî, wê sînorên hêzên emperyal pûç bike. Berpirsyariya li pêşberî dîrokê û mirovahiyê ev e. Sedsala 21. wê bibe sedsala rizgariya demokratîk û azadiyan. Wê bibe rizgariya mirovahiyê û Kurdan. Divê bibe sedsala yekitiya bindestan.”

Alîkarê Serokê Giştî yê OSP’ê Azîz Mahmût Ak jî li ser şêwaza yekitiyê ya Kurd dixwazin, rawestiya. Ak diyar ku pêvajoya ew tê de ne firsendeke dîrokî ye û ji bo ev firsend ji dest neyê revandin bal kişand ser girîngiya yekitiya bereyî ya li Kurdistanê. Ak da xuyakirin ku bi lezgînî pêwistî bi avakirina rêxistineke sîwanî heye û pêşniyarên xwe yên ji bo hûnandina jiyana demokratîk rêz kir.

‘DI XEBATÊN YEKITIYA NETEWÎ DE ROLA OCALAN A SEWKIRINÊ HEYE’

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê Huseyîn Koçûk jî di pêşkêşiya xwe de da xuyakirin ku lêgeriya jiyana azad a li Kurdistanê di nava 200 salên dawî de hewl hatiye dayîn bi komkujî, koçberî, asîmîlasyon û zextan ji holê bê rakirin. Koçûk got, “Kurdistana Kurd lê dijîn di nava çar dewletan de hat parçekirin û mîna qederekê li ser Kurdan hat ferzkirin. Lê ev ferz êdî hukma xwe wenda kiriye. Di serî de Kurd hemû gel û civakên li Kurdistanê dijîn, li ser bingeha têkiliyên xwe yên dîrokî û ezmûnên xwe, huqûqa xwe ya jiyana bi hev re afirandine. Lê belê hem dewlet û hêzên kapîtalîst ên hegemonîk, hem jî lêgerînên serdestî û deshilatdariya dewletên herêmê, Kurdistan ji serdema netew-dewletê rizgar nekiriye.”

Koçûk diyar kir, ku rastiya welatê Kurdistanê bi tenê bi nêzîkatiya dewletên serdest û hewldanên wan ên ji bo qelskirina wê, nikare bê îfadekirin û destnîşan kir ku rastiya ji vê girîngtir ew e ku Kurdan yekitiya xwe ya netewî neafirandine.

Koçûk ragihand, ku konferans xwedî rexnedayîneke dîrokî ye û anî ziman, ku konferansê berpirsyariya bicihanîna lêgerîna jiyana wekhev û yekitiya netewî ya li Kurdistanê, girtiye ser milê xwe. Koçûk axaftina xwe weha dewam kir: “Bêguman di xebatên yekitiya netewî de, rol û misyoneke sewkkirinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çê bûye. Konferansa me li ser banga wî li hev kom bû û civata konferansê jî bi vê têgihiştinê li hev civiyane. Têkoşîna bêhempa ya heta roja îro hatiye dayîn, gihaştiye qonaxeyeke girîng. Siyaseta dewletên deshilatdar ên parçekirina Kurdan, li ber têkçûnê ye.”

Koçûk da xuyakirin ku ewê di pêngava Çareseriya Demokratîk û Yekiitya Netewî de rola xwe ya dîrokî bileyzin û destnîşan kir, ku nêzîkatiya yekitiya netewî ji aliyê tevahiya civata konferansê hatiye qebûlkirin. Koçûk xalên ku divê vîna yekitiya netewî li ser baldar be, weha rêz kir:

“- Rêveberiya xweser a Kurdan, maf e.
– Divê zimanê dayikî bi qanûnan were ewlekirin û ji niha ve li her qada jiyanê bê birêxistinkirin.
1. Di Destûra Bingehîn de hebûna Kurdan bê qebûlkirin
2. Hemû mafên bingehîn ên cihêrengiya civakî bi destûra bingehîn û qanûnan werin ewlekirin.
3. Ji bo ev pêvajo têk neçe, li dijî her şêweyên êrişan helwest bê nîşandan.
4. Li dijî êrişên li hemberî nirx û xwezaya Kurdistanê, helwest bê stendin û siyaset bê afirandin.”

‘BÊYÎ YEKITIYÊ SERKETIN ÇÊ NABE’

Hevserokê KCD’ê Ehmed Turk jî di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ew avê bikşînin aşê gelê Kurd, divê hinekî bi sebir tevbigerin û got, “Pêwîste em bi hestên xwe tevnegerin.” Turk destnîşan kir, ku bi konferansê re dikare li nava civakê hestiyarî bê afirandin.

Ehmed Turk da xuyakirin ku bêyî yekitiyê serketin çê nabe û diyar kir ku armanca wan lihevkomkirina her beşên civakê li dora têkoşînekê ye. turk got, “Rizgariya gelan encax bi vî rengî dikare pêk were. Em li mezinbûn an biçûkbûna partiyan nanêrin, em nêrîna yek kesî bi tenê bi qasî partiyekê girîng dibînin. Gelo kêmasiyên me hene? Belê hene, lê em dikarin van kêmasiyên xwe li vir temam bikin. Divê pêvajo rast were şopandin û fêmkirin. Em dizanin dewletê bi çi rengî tevbigere. Bi tenê dîtina rastiyê têrê nake. Ji bo gelê me jî rûyê rast ê dewletê bibîne, divê bikeve nava hewldanan.”

‘EMÊ XWE BI MECLÎSBÛYÎNÊ RÊXISTIN BIKIN”

Turk ragihand ku ew hewl didin komîteyekê ava bikin û bi vê komîteyê re rûyê rast ê dewletê nîşan bidin û destnîşan kir ku gava rûyê rast ê dewletê derket holê, emê hingî biçin meclîsbûyînê. Turk got, “Lê em nikarin siyasetê li ser hestan bimeşînin. Me gelekî bi pêş ve çûn. Birêz Ocalan ji dilbûyîna xwe bi peyamên xwe yên li Newrozê û vê civînê re nîşan daye.”
Tê payîn, danezana encamê ya konferansê, ku piştî gotûbêjan bi dawî bû, di saetên pêş de were eşkerekirin.

ANF

dîtin: 92

Pêveker:

konferansa Çareserî û yekitiyê ya bakurê kurdistanê