• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Amedê li nîvê sikakê polêsên Tirk li malbatekî Kurd xistin

Li Amedê li nîvê sikakê polêsên Tirk li malbatekî Kurd xistin


barkirin: Gulan 28, 2014, 7:37


Li Amedê li nîvês sikakê polêsên Tirk li xortekî Kurd û malbata wî xistin. Polêsên Tirk di encama gazinê xortekî Kurd yê ji bo girtina birayê wî dest bi tund û tujiyê kirin û êrîş birin ser xortekî Kurd. Xortê Kurd bi lêdan û kulm û zile û pehînan di nîvê sikakê de birin û anîn. Kesên ji malbata vî xortî yên ku xwestin polêsan rawestênin jî rastî lêdan û gaza çavan ya hêzên dagirker hatin.

Li Baxlara Amedê taxa Yunus Emre, sikaka 922 yan de şeva bihurî derdorê 18:00 an di navbera xortên taxê de pevçûn derket. Polês hatine cihê bûyerê û xwestin ku Ozan Demir binçav bikin. Birayê mezin yê Ozan dakete kolanê û xwest ku polêsan asteng bike. Li ser vê arîşeyê hêzên tirk xwestkin ku birayê Ozan yê mezin binçav bikin.

Cihan Demir piştî ku hate berdan diyar kir ku him li kolanê him jî piştî birinê lê hatiye xistin. Cihan Demir diyar kir ku di navenda polêsan ya 10 ê Nîsanê de jî lê xistine û serê wî li dîwara xistine. Cihan Demir got;

Ez hejiyam, serê min li dîwarê himber xistin. Li wira ketim. Piştî ku ez ketim hatin ez rakirim. Ez birime odeya lêpirsînê. Li wira kamera tunebû. 4-5 kes ketin ser zikê min. Serê min bi çend cihan şekistibû. Bi piyê xwe pêl serê min kirin. Pênc xulekan li min xistin. Ez verişam. Min gote wan min bibin nexweşxanê. Ez nîv demhijmêrê li wira rawestandim. Min ne dikarî çavên xwe vekim.

 

Bûyera dirinde ji aliyê kesekî ve hate tomarkirin. Dîmenên bûyerê ji aliyê Radîkal ê ve hatine belavkirin.

 

RADÎQAL

dîtin: 415

Pêveker:

li amedê li nîvê sikakê polêsên tirk li malbatekî kurd xistin