• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Amedê Qonaxa Cemîlpaşa wekî muze hate vekirin

Li Amedê Qonaxa Cemîlpaşa wekî muze hate vekirin


barkirin: Nîsan 23, 2014, 7:59


Qonaxa Cemîlpaşa ku ev sê sal in restorasyona wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê kirin bi resepsiyonek wekî muze hate vekirin. Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak got ku dîroka hemû nasnameyan dê di Qonaxa Cemîlpaşa-Muzeya Bajêr de werin pêşkêşkirin.

Yek ji nimûneya herî mezin a avasaziya sivîl a Amedê Qonaxa Cemîlpaşa bi resepsîyonek hat vekirin. Qonaxa Cemîlpaşa ji aliyê Ehmed Cemîl Paşa ve di salên 1887-1889’an de hatiye avakirin û restorasyona Qonaxa Cemîlpaşa ev sê sal in ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê kirin. Qonax ji vir pê de dê wekî Muzeya Bajêr bê bikaranîn. Ligel gelek hemweletiyan, malbata Cemîlpaşa, hevşaredarên BDP’ê, parlementerê BDP’ê ê Amedê Altan Tan, dîroknas, hunermend û nûnerên saziyên sivîl ên Amedê beşdarî resepsiyonê bûn. Ji malbata Cemîlpaşa Necat Cemîloglu, diyar kir ku heke Cemîl Paşa bizanibûya ku di sala 2014’an de ev Qonax ji aliyê Hevseroka Amedê Gultan Kişanak ve bê vekirin dê gelek kêfxweş bibûya û bigota ku baş e ku min ev cih avakiriye. Cemîloglu, di serî de Şaredariya Bajarê Amedê yê berê Osman Baydemîr û kesên ku di restorasyona Qonaxa Cemîlpaşa de ked dane spasiya wan kir.

Piştî Cemîloglu Hevşaredarê Amedê Firat Anli axivî û got ku heta niha em ji ber bûyerên nexweş hatine ba hev lê îro em ji bo kêfxweşiyeke hatine ba hev. Anli, diyar kir ku ev qonax xweşikiya bajarê Amedê nîşan dide û malbata Cemîlpaşa di dîrokê de gelek êş û elem kişandine û wiha dom kir: “Ev êş û elemên hatine kişandin îro em dibînin ku vala neçûye. Îro taca bajarê Amedê derketiye holê û em ê ji vir pê de hemû cihên dîrokî yên Amedê derxin holê.”

‘Dîrok tu carî neheqiyê qebûl nake’

Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak jî da zanîn ku Amed bajarek kevnare û dîrokî ye û kesên berê li Amedê jiyane berhemên giranbuha ji bo wan hiştine û wiha got: “Dîrok tu carî neheqiyê qebûl nake. Me îro tenê Qonaxa Cemîlpaşa nû nekir. Di heman demê de zilma ku li ser gelê kurd kişandiye derxist holê. Ev cih neynika dîroka kurdan e. Zilma ku li ser malbata Cemîlpaşa hatiye kirin di heman demê de zilma li ser gelê kurd hatiye kirin e.”

Kişanak, anî ziman ku li Qonaxa Cemîlpaşa dê dîroka hemû nasnameyan were pêşkêşkirin û ji bo hemû dewlemendiyên dîrokî yên Amedê derkevin holê dê bixebitin. Piştî axaftinan resepsiyon bi stranên koma Anadolu Kuartê ve qediya.

b_haber_b4459a46b6c647a8affd02191f9feef7

Diyarname

dîtin: 162

Pêveker:

li amedê qonaxa cemîlpaşa wekî muze hate vekirin