• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Awistralyayê Vedîtina Fosîla Herî Kevn

Li Awistralyayê Vedîtina Fosîla Herî Kevn


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Hêzîran 26, 2017, 8:08


Lêkolînerên Awistralyayî bi vedîtina fosîlên li Awistralyayê karekî pirr girîng pêk anîn. Ji analîzên li ser fosîlan pêk hatiye, tê dîtin ku li ser rûyê erdê bi qasî 3,48 mîlyar sal berê derfetên vejiyînê hebûye. Heya vê demê fosîla herî kevn li ser erdê Afrîkaya Başûr hatibû dîtin û bi qasî 2,9 mîlyar salî bû.

 

Lêkolînerên ji zanîngeha New-South-Walesa li Sîdneyê ye wiha dibêjin; "Em ji vedîtina fosîlên li Awistralyayê dibînin beriya fosîlên li Afrîkaya Başûr hatine bidest xistin, li ser rûyê erdê derfetên vejiyînê hebûye. Fosîlên vedîtî dikare zanyariyên me yên derbarê derfetên vejiyînê yên li ser rûyê erdê berteref bike û zanyariyên nû ragihîne." Lêkolînerekî din wiha berdewam dike; "Dibe ku derfetên vejiyînê di germikên (germav) piçûk yên li deşt û zozanên li ser rûyê erdê pêk hatiye lê ne di kûrahiya ava okyanûsê de."

 

Lêkolîner ji xebata xwe piştrast in ku fosîlên vedîtî bi qasî 3,48 mîlyar sal berê ne di okyanûsê de bûne. Di fosîlên vedîtî de tespîtkirina mîneralekê pêk hatiye ku mîneral bi tenê li der û dora çavkaniyên ava vexwarinê tê dîtin.

 

Lêkolîner berdewam dikin; "Lêkolîna me dê bandorê li xebatên li ser lêgerîna derfetên vejiyînê yên li Marsê jî bike. Rojgera sorik jî xwediyê telpikên kevn yên germikan e. Temenê telpikên li Marsê bi qasî telpikên li Awistralyayê ne, dirêj in, fosîlên nû di telpikên li Dresserê ya rojavayê Awistralyayê ye de hatine bidest xistin.

 

Çavkanî: Nature Communications

dîtin: 98

Pêveker:

fosîl vedîtin vejiyîn gerdûn rojger