• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Awrûpa 880 hezar kole û 300 çeteyên tawanbariyê hene

Li Awrûpa 880 hezar kole û 300 çeteyên tawanbariyê hene


barkirin: Rezber 13, 2013, 7:24


Komîsyona CRIM ya di binya Parlamentoya Awrûpayê de kar dike, ji bo pêşiya çeteyên sûcan bêne girtin dazanîn ku pêwîste polîs û sîstema dadê ya welatên endamên ekîtiya Awrûpayê pêkve kar bikin.

Li gor rapora CRIM li welatên Awrûpayê 880 hezar kes di şertên koletiyê de kar dikin. Kovara Der Spiegel ya Almanî der barê vê raporê de nûçeyek weşand û diyar kir ku çaran ji yekê 880 hezar kesan wele koleyê seksê didine şixulandin û çete jî li ser pişta wan bi milyaran Euro qezenç dikin.

Komîsyona CRIM di welatên Yekîtiya Awrûpa de sûcên birêxistinkirî, gendelî û bidestxistina pareyan ya bi rêyên ne yasayî, lêkolîn dike. Komîsyon dibêje ku çeteyên sûçdar tenê ji qaçaxçitiya mirovan, salane 25 Milyar Euro qezenç dikin.

Komîsyona CRIM dide zanîn ku di nava sînorên Yekîtiya Awrûpayê de 300 çeteyên navneteweyî hene. û ev çete ji bazirganiya ajalên kûvî û ya endamê laşê mirovan 18 heta 26 Milyar Euro qezenç dikin. Her weha ji sûcên sîber jî 290 Milyar Euro qezenç dikin.

Komîsyon diyar dike ku ev çete ji bo hikûmetên Awrûpa metirsiyek mezinin û tenê di nava salekê de ev çete di nava karên hikûmî de 20 milyon karên gendelî kirine. Zirara ku van gendeliyan jî gehandiye hikûmetan 120 milyar Euro ye.

Komîsyona CRIM dibêje ku ji bo pêşiya van çeteyan bête girtin, pêwîste polîs û sîstema dadê ya welayên Yekitiyê pêkve kar bikin.

Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê dê 23 Cotmehê de li ser vê raporê birxandinekê bike.

dîtin: 394

Pêveker:

li awrûpa 880 hezar kole û 300 çeteyên tawanbariyê hene