• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Bajarê Meksîkoyê Îskeletên Ji Serdama Antîk

Li Bajarê Meksîkoyê Îskeletên Ji Serdama Antîk


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Rêbendan 1, 2018, 8:58


Şûnwarnas li başûrê bajarê Meksîkoyê, paytext û bajarê herî mezin a Meksîkayê ye, vedîtina goreke 2.400 salî kevn pêk anîn. Lêkolîner li navçeya Tlalpan a li ser bajarê Meksîkoyê ye, di gorekê de ku 1,5m kûr e, 10 heb îskelet bidest xistin. Berpirsiyarên Enstitûya Neteweyî ya Mirovnasî û Dîrokê vegotina karê xwe di hevpeyvîna bi Reutersê de pêk anîne.

Şûnwarnas heya a niha li der û dora bajarê Meksîkoyê hejmareke ewqas zêde ya îskeletên ji serdema antîk nedîtibûn. Şûnwarnesekî Enstituyê wiha dibêje; “Em vê gavê li ser merivatî û sebeba mirina kesên di gorê de ne, nikarin tiştekî zelal bibêjin. Lê tiştek heye û eşkere ye ku kesên di gorê de bi ayînekê hatine veşartin.”

Temenê kesên di gorê de bi pirranî kesên ciwan û xort in, lê şûnwarnas îskeleta pêçekekî û zarokekî ku temenê di navbera 3 û 6 salî de bûye, vedîtine. Di destên hin kesên di gorê de kevir û seramîkên gilover hebûye.

Çavkanî: Reuters

dîtin: 271

Pêveker:

zanist Şûnwarnas Îskelet serdema antîk