• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li bajarê Siwêd Nykoping ê meşa MEZOPOTAMYAYÎ

Li bajarê Siwêd Nykoping ê meşa MEZOPOTAMYAYÎ


barkirin: Gelawêj 31, 2014, 7:58


Dihunê(30.08.2014) li bajarê Siwêd Nykoping ê meşekî Mezopotamyayî ji bo piştevaniya gelê Şengalê û dijî hovên daîş hate birêkxistin. Ev meşa giring û balkêş taybetiya wê ewbû ku hemî gelên mezopotamya beşdar bûn û meşekî hevbeş bû. Ji aliyê dîtir ve jî xala giring ew bû ku gelik komele û saziyên sivîl û yên mafên mirovan jî beşdar bûn. Saziyên Siwêdî bi alên xwe bi karmend û endamên xwe ve beşdar bûn.
Endamên komîteya amadekar Hamza Tasman, Şefik Sendî û Juma Abdulsatar piştî meşê daxuyanî dan û diyarkirin ku bajarê Nykoping bû şahidê yekgirtinekî hêja bo piştevaniya Kurdên êzdî û ji bo şermezarkirina hovên daîş ê helwestê xwe daye diyarkirin. Ji bo vê yekê jî Komîteya amadekar sipasiya xwe ji bo kesên ji hemî netewên rojhilata navîn beşdar bûyî wekî Kurd, Ermenî, Siryanî-Asurî, Keldanî, û di heman demê de ji bo gelê Siwêdî jî sipasiya xwe rave kirin.
Hate diyarkirin ku gelik saziyên Siwêdî jî beşdarî meşê bûne û piştevaniya xwe bo gelê Kurd bi taybet bo Kurdên Şengalê dane diyarkirin.
Daxuyaniya di derbarê rewşa Şengalê û êrîşên hovên daîş li ser deverên Kurdistanê ji aliyê siyasetmedarê navdar yê Kurd Kurdo Baksî ve hate xwendin.

Nûçe/Hawar Salih
Rewanbêj

001 002 003 004 005 006 007 008 009 010 011 012 13 014

dîtin: 680

Pêveker:

li bajarê siwêd nykoping ê meşa mezopotamyayÎ