• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li bajarên Ranye, Suleymanî û Koye 20 hezar dolar ji bo kobanê hate şandin

Li bajarên Ranye, Suleymanî û Koye 20 hezar dolar ji bo kobanê hate şandin


barkirin: Gelarêzan 1, 2014, 8:52


Piştî destpêkirina êrişên DAIŞê ji bo ser KOBANÊ û berxwedana Şervanên YPG û YPJê, bi pêşengiya Fêrgehên Biradost li Ranye û Koye, desteyek hat avakir ji bo komkirina Alîkarî ji bo KOBANÊ. Di vê xebatê da ku 20 Roj dewam kir 20,726 Dolar li bajarên Ranye, Suleymanî u koye hate kom kirin.
di vê helmetêda Xwendevan, Mamoste, Gelê van bajaran, hinek berpirsyarên hikumet u Bijîşk tevlî bûn. Alîkarî di 30/10/2014 li Fêrgeha Biradost li Ranye bi amadebûna Nûnerên Rojavaya Kurdistanê û Rojnamevanan ji Kobanê re hate şandin.
Alîkarî bi rêya Nûnerên PYD li başûr wê bigehe destê Saziya Heyva sora kurdistanê li KOBANÊ û ew ji vê alîkariyê ji bo berxwedana KOBANÊ bikartînin.

 

Rewanbêj

dîtin: 426

Pêveker:

li bajarên ranye suleymanî û koye 20 hezar dolar ji bo kobanê hate şandin