• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Bakûrê Kurdistanê serkeftina hilbijartinê tê pîroz kirin

Li Bakûrê Kurdistanê serkeftina hilbijartinê tê pîroz kirin


barkirin: Adar 31, 2014, 8:45


Li bajarên ku BDP di hibijaratinan de bi ser ket pîrozbahiyan destpê kir. Li Mêrdîn, Agirî, Sêrt, Îdir, Şirnex, Colemêrg û Wanê bi hezaran hatin cem hev serkeftin pîroz kirin. Li gorPiştî encamên hilbijaratinan diyar bûn, Kurdan li navendên ku lê diman dest bi şahiyan kirin.

Mêrdîn

Li Mêrdinê, ji bo serkeftina hilbijartinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê pîrozbahiyan destpê kir. Bi 10 hezaran kes beşdarî pîrozbahiyan bûn. BDP’ê li Mêrdînê ji xeynî 2 şaredariyên navçeyan hemû şaredariyên Mêrdînê bi dest xistin. Bi 10 hezaran kes li meydana Newrozê li hev kom bûn û dest pîrozbahiyan kirin. Ji navçeyan bi hezaran kes diherikin navenda Mêrdînê û Meydana Newrozê.

Agirî

Piştî Rêxistina BDP’ê ya Agirî Şaredariya Agirî bi dest xist, bi tevlîbûna hezaran kes sahî hat kirin. Hevşaredar Sirri Sakik, anî ziman ku wan mafê xwe yê di sala 2009’an de ji destê wan girt û bi zorê bi dest xistin.

Li Agiriyê BDP’ê piştî şaredarî bi dest xist şahiyek lidar xist. Piştî tekez diyar bû ku BDP’ê şaredarî bi dest xistiye bi tevlêbûna hezaran kes pîrozbahî pêk anîn. Hevşaredarê BDP’ê yê Agiriyê Sirri Sakik, gel silav kir û hurmeta xwe pêşkêş kir. Sakik got: ‘‘Gel êdî biryara xwe daye. Me li vir mafê xwe bidest xist. Em hatin vî bajarî bibin birayê hev. Em hatin li Agiriyê heq û hiqûqê bi hevre ava bikin. Em dê mafê xwe yê di hilbijartinê de ji me hat wergirtin bi zorê bistînin.’

Sêrt

BDP’ê li Sêrt, navçeya wê Eruh û Baykanê li bajarokên Zokeyt, Begendîk, Gokçebag, Veysel Karanî û Atabagê bi ser ket. Serkeftina hilbijaratinê bi tevlibûna hezaran kesî tê pîrozkirin. Pîrozbahiyên duh êvarê destpêkirin îro jî berdewam kirin.  Welatî çûn ber avahiya BDP’ê û namzet pîrozkirin. Girse ji vir derbasî meydana Newrozê bû.  Li vir namzetên şaredarî qezenc kirin axafîn.

Îdir

Li Îdirê jî piştî BDP’ê qezenc kir mîtînga spasiyê pêk hat.  Mîtîng li meydana şaredariya Îdirê pêk hat û parlamentara Îdirê Pervîn Buldan, endamê PM-BDP’ê M. Siddik Akkiş û gelek kes tevli bûn. Pîrozbahî bi coşek mezin berdewam kir.

Şirnex

Li Şirnex û navçeyên Şirnexê piştî BDP’ê şaredarî bi dest xistin pîrozbahiyên hilbijartinê pêk anîn. Bi sedan maşîneyên ku li dû hev rêz bûn li nava bajar tûr avêtin û şahî kirin. Li bajaroka Gundikê Melê jî piştî BDP’ê serkeftin bi dest xist, hevwelatî li ber avahiya BDP’e ya Şirnexê kom bûn û şahî kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Selma Irmak jî tev li pîrozbahiyan bû. Li bajaroka Dêrgulê jî pîrozbahî hat lidarxistin.

Hezo

Li navçeya Hezo ya Şirnexê jî piştî serkeftina BDP’ê şoleneke bi hewaya mîtîngê pêk hat.  Pîrozbahî li Meydana Newrozê ya Atakent hat kirin.

Silopî

Li navçeya Sîlopiya Şirnexê piştî BDP bi ser ket parlamentera Şirnexê ya HDP’ê Selma Irmak û kesên ligel wê çûn serdana gel. Şand li ber avahiya BDP’ê bi çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.

Cizîr

Leyla Îmret cil û bergên gelerî li xwe kirin û îro di pîrozbahiyan de govend gerand. Îmret got: “Xeyala min a herî mezin vegera Cizrîrê bû. Şikandina rekora dengan ez gelek kêfxweş kirim. Ez li bajarekî gelek bi rumet bûm namzet. Ezê layiqê gelê xwe bim. Gelek kes dibêjin te ciwan dest pêk iriye. Partiya me partiyek ciwane. Ez bawerim emê ciwan bi ser bikvein. Her tim li Cizîrê jinan xwe ispat kiriye. Divê li her derê jin hebin. Jin reng in. Emê rengê xwe nîşan bidin.

Wan

Li Wanê jî ji 14 şaredariyan 12 şaredarî hatin bidestxitin û bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di saetên sibê de cadeya Cumhuriyetê li trafîkê hat girtin û bi hezaran govend gerand. Girse li ber buroya BDP’ê hatin cem hev. Piştre hevserokên şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya û  Hatîce Çoban û yên navçeyên din derketin pêşberî gel û slav kirin. Deqeyek rêz hat girtin. Hatîce Çoban axaftinek kir û got gelê Kurd dîrok nivîsiye.

Muradiye-Ebax

Li Muradiye û Ebax a Wanê jî pîrozbahî pêk hatin. li Muradiyê konvoyeke ji 150 otomobîlan pêk dihat li bajar geriyan.

Colemêrg

Li Colemêrgê jî bi hezaran kes hatin cem hev û çûn serdana hevserokên şaredariyê Dîlek Hatîpoglu û Nurullah Çîftçî.

Gever

Li Geverê jî BDP’ê ji sedî 86 deng wergirtin û piştî vê li avahiya BDP’ê civîn bi gel re hat kirin.  Hat zanîn ku serdanên ji bo pîrozkirinê dê seranserê rojê bidomin.

Şemzînan

Li Şemzînanê jî gel çû serdana hevserokên şardariyê Nahîde Yildiz û Seferî Yilmaz. Piştî axaftinan gel govend gerandin.

Çelê

Li Çelê jî pîrozbahiyan destpê kir û bi hezaran kesî hevserok pîrozkirin. Hunermendên herêmî bi stranên xwe gel coşandin.

mrd-mazidagi-31-03-14-bdp-secim-kutlamalari16 hkr-31-03-14-semdinli-secim-tebrik2  41454image1 mrd-31-03-14-savur-secim-kutlamasi7 46397_37513_31032014174430_8 urlder-300314-secim-zaferi-kutlama10

dîtin: 153

Pêveker:

li bakûrê kurdistanê serkeftina hilbijartinê pîroz kirin