• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Balekayetî çi bû? du bira hatine kuştin

Li Balekayetî çi bû? du bira hatine kuştin


barkirin: Gelawêj 28, 2017, 8:16


Roja înê 25.08.2017'ê li gundê Gundejor a devera Balekayetî ya Başûrê Kurdistanê di encama girjiyekî ya di navbera gundiyên herêmê û pêşmergeyên Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de du bira ji aliyê pêşmergeyên Komelê ve hatine kuştin û du bira jî birîndar bûn. Gundejor gundê dawî yê Başûrê Kurdistanê ye û dikeve 170 km Bakurê Rojhilatê parêzgeha Hewlêrê û bi gundê Zêwe ya Pîranşarê ya Rojhilatê Kurdistanê re hevsinore. Gundiyên herêmê dibêjin pirsgirêk liser bikar anîna zevî û birîna darên van çar birayan ji aliyê pêşmergeyên Komelê ve çêbûye û ji ber nerazîbûna van birayan û zêde bûna girjiyan du bira ( Luqman Eskender û Ferman Eskender) hatine kuştin û du birayên din ( Mistefa Eskender û Bextiyar Eskender) jî birîndar bûne. Komelê piştî bûyerê bi derkirina daxûyaniyekê ragihand: " Em hê ji hûrgiliya bûyera nexwestî bêxeberin û daxwaza arambûna rewşê ji aliyên peywendîdar û xelkê Balekatiyê dikin. Di beşeke din a daxûyaniyê de hatiye ku van çar birayan bi çekan êrişî ser baregaha wan kiriye û di navbera wan û çar birayan de şer derketiye û diencamê de bi giştî çar kes bûne qurbanî ku endamên malbatekîne." Lê xelkê herêmê daxûyaniya Komelê red dikin û îdîa dikin ev çar bira bê çek bûne û ji piştve rastî êrişê hatine.

Jiber ku herdu birayên ku hatine kuştin pêşmergeyên Yekitiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) bûn YNK' ê jî daxûyaniyeke nivîskî derkir û ragihand: " li hember destdirêjî û zulma li hember hevalên xwe bêdeng namîne û lazime bikerên vê tawanê di zûtirîn dem de bêne girtin û dadgeh kirin û tenê bi vî avayî pirsgirêk çareser dibe."

Piştî bûyerê xelkê gundê Gundejor û derdorê êrişî ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin û di encamê de baregahên her sê partiyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê(HDKÎ), Hizba Demokrata Kurdistan( HDK) û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ku nêzî sê salan e li deverê bicîh bûne şewitandin û 13 pêşmergeyên Komelê jî dîl girtin, xelk nerazî û daxwaza radest kirina bikujan dikir.

Qaymiqamê qeza Çomanê di daxûyaniyeke nivîskî de ragihand ku piştî bûyerê Komîteya Ewlekariyê ya Qeza Çomanê di civîneke awarte de biryar daye ev pirsgirêk bi riya yasayê bê çareser kirin û êrişkeran xwe radestî wan kirine û dê di çarçoveya biryara dadgeh û yasayên Herêma Kurdistanê bêne siza dan. Piştî vê daxûyaniyê xelkê herêmê 13 pêşmergeyên dîl serbest berdan û li benda biryara dadgehê ne.

Hêjayî gotinê ye ku Devera Balekayetî ji ber stratejîk bûnê ji serdema Şoreşa Eylûlê ya di bin serokatiya Mistefa Barzanî de û piştî vê jî hertim baregaha piraniya partî û rêxistên Kurdistanê ( PDK, YNK, HDKÎ, HDK, PKK û Komelê) bûye.

 

Dêrsim Oremar

dîtin: 392

Pêveker:

balekayetî dol kuştin komele bira