• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Bane çi rû dide?

Li Bane çi rû dide?


barkirin: Êlûn 7, 2017, 1:04


 

Roja duşembê bi sedema şêlka rasterast a hêzên sersinor yên Îranê li herêma Hengejal a qeza Bane ya Rojhilatê Kurdistanê du kulberên 45 û 21 saliyên Kurd jiyana xwe ji dest dan. 
Ajansa Mukiryan News ragihand ku malbat, xizm û kes û nasiyarên herdu kulberan weke derbirîna neraziyetiyê li beranber qayimmiqametiya qeza Banê kom bûn û piştre girseya gel tevlî wan bû. 
Bi zêdebûna girseya gel û berdewamiya nerazîbûnan di roja duyem de xelkê bajêr dikan û bazar daxistin û tevlî meş û xwepêşandanê bûn, hewiha xelkê bajarê Merîwanê jî weke hevxemî û piştevaniya xwepêşandana xelkê Banê dest bi çalakiyên protestîk kirin. Bi berfireh bûna nerazîbûnan hêzên ewlekariyê yên Îranê ketin tevgerê û bi gule û gaza hêsirrij êrişî xwepêşanderan kirin û ligor zanyariyên herêmî di encama êrişan de çar kes birîndar bûne û gelek kes jî hatine binçav kirin. 
Du roj piştî vê bûyerê û bi berdewamiya nerazîbûnan KODAR'ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa lihember hevwelatî û kulberên kurd bi tundî şermizar kir û baskê leşkeriyê vê partiyê HRK'ê di çalakiyeke leşkerî de li gundê Sawan a nêzî bajarê Bane du leskerên Îranê kuştin û du kes jî birîndar kirin.

 

Dêrsim Oremar

 

dîtin: 99

Pêveker:

bane kulber Îran