• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ber deriyê Kobanî  (3)    -SîNOR-

Li ber deriyê Kobanî (3) -SîNOR-


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Gelarêzan 11, 2014, 6:03


Ji herdu gundê Etmanik bigre, Şamanê hetanî Beyde bi tirambêlê li ber sînor em digerin. Dengê zarokên li dûv tirambêlê dibezin tê me:

‘Bijî Berxwedana YPG’

Roj diçe ava… Saet: 19 00 li ser girdikeke nêzî deriye Mûrşîdpinarê em temaşeyî şer dikin. Li ser gir û çolên li hawîrdora bakûrê Kobaniyê gel belav buyîne. Ji bo ko ji vê eniyê tu êrîş nece li ser hêzên Kurdan.

Bi sedan tirambêlên parqkirî li piştê, em li şipê, nêzî cihê cengê ne. Gurmîna topan, req reqa doçkayan meriv bi rihetî dikare seh bike. Lal û heyîrî eniya şer dinihêrim. Kîjan deng ya kîjan hêzê ye nikarim fêhm bikim.

Ji der û dor dipirsim ji min re rave dikin ko:

– ‘Doçkaya req… req… dike ya hevalan e. Ya mayî; req req req req… dike û carna dengê ko bi gûrmîniya xwe di bin piyê me de erdê dilerizîne topa wan gewadan e!’

Hevalek ji paşiyê tê pêş hişyarî dide:

-‘Yên şipê bila runin! Roja yekşemiyê gulle li paqê kesekî ketiye û carna leşkerên tirkan jî bi me dihesin, gulle diavêjin li vî hêlî.’

Wekî din her tirambêlê ko nêzî girdikî dibe tê hişyar kirin ko fanosên xwe bigrin, me nekin nîşan.

 Xelk ji hev dipirsê ‘Ka hê pêşmerge negihiştiye navenda Pirsûsê?’ Telefonî hevalên xwe yê li navenda girseya kom bûne li Pirsûs û Ruhayê dikin. Ji her derî agahiyên cuda tê li ber guhên me. Hinek dibên xwarin dixwin, hinek dibên fîşekên hewaî li ser Pirsûsê dixwiye tên li hela me, tên li ber sînorî…

Gurmîna topa havan li ser derî zêde dibe wek beledî. Daîş bi hemî hêzê xwe êrîş dibe li ser Mûrşîdpinarê. Weke ko dixwazin bêriya pêşmergê bigihe û derî bi dest bixin, nehêlin du hêzên Kurd bigihin hev, mil bi mil şer nekin. Avahiyên ko diteqin mînanî mehşera dojehê xuyanî dikin ji dûr ve… Dilê me bi gûpe gûpa kêliyên şervanan re lê dide. Bêhna girse teng bûye, fîşekek li eniya me dikeve û herkes xwe diavêje li pişta erebeyan bo spartinê. Em pê dihesin ko di nêv pora hevalekê ve gulleke derbas buye, ji bilî wî birîndar nîn in, herkes silamet e.

 Tam wê kêliyê herkes bi hev re diqîre ko hêzên koalîsyonê bi balafirên xwe du avahiyên di destê wehşan de ye, bi dengekî bi heybed diteqînin. Em bi hev re li çepikan didin bi ser linga dengê girse li her deverên li ser sînor kom buyî bilind dibe:

 -‘Bijî Berxwedana Kobanî!..’

Dengê topan qederekê disekine, balafir li ser Kobanî du-sê caran doş dibe diçe. Nîv saeteke din ji milekê tene dengê doçkeya wan tê. Heçko di girdika Kahniya Kurdan de qediyane, dengê wî milî qût bûye. Gel disa telefonî li der û dorê dike:

 -‘Ka pêşmerge gihiştin ku?’

 Dengê teqîneke din ya balafiran tê li ber guhê me kol i nîşaneke din dane. Şevê dereng em bi sermayê di dil de hêviyeke mezin bişkivî, li benda mizgîniyekê nin.

Rewşa Kobaniyên kohnan tê ber çavê min. Û gotina hevalekê…

-‘Tirkmenan li nêzî Ruhayê bi konteynira cîh kirine. Ereban jî dewlet li wê hêlê di kohnan de bi cîh kirine. Em Kurd di hikmeta Xwedê de ne…’

 Hê jî Kurdên dij-qewmê xwe, aşiqî Tirkiya demoqratîk hene ko qet nadin eqlê xwe gelen Tirkan vî tiştî naxwazin. Ne Tirkmen, ne dewşîrmeyên wan komareke bi Kurdan re di heman astê de naxwazin. Ma emê dev ji gelek pirsgirêkên navxweyî, gelek kêmasiyên nasnameyê berdin, dûv xeyala demoqratîkbûna welatê ko hebûna xwe bi zilmê daye qebûlkirin bi pêş ve bibe. Serokên komara genî gelek caran gotine Kurd ji mozaîka vî xakî ye. Hebûna bi hezaran salan ji bo ko bibe mozaîkeke Tirkî di ber xwe nade. Teqez, nêz yan demek dûr qedera xwe dest bixe.

Difikirim… Keç û lawên welatê xwe ko bi tene vîna dilê xwe yî qahîm bawer in. Tenê bi Kurdistaneke serbixwe bûyî birînên me yî vekirî qemûşk bigire.

Di şevê de req reqa doçkayan, sira bayê Payîz û kizirîna dile min bangî hev dikin.

 Şivan Zeren 29 / 10 / 2014

dîtin: 450

Pêveker:

li ber deriyê kobanî 3 sînor