• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li ber deriyê Kobanî… Rewşa jiyana penaberên konan…

Li ber deriyê Kobanî… Rewşa jiyana penaberên konan…


nivîskar: Şivan Zeren
barkirin: Gelarêzan 1, 2014, 6:34


Ji şevê de ji me re mizgîniya agahiya pêşmergeyan hatibû. Li ser taştê jî kurxal Ufuk telefon da min da ku mizgîniya hatina pêşmergeyan bide min lê ez jê haydar bûm.
Bi hêycan dengê qorneyên wan li min dida guhdar kirin digot ‘gelek sîlehên giran tînin, em jî bi wan re bi aliyê Nisêbînê ve diçin!’. Piştî vê agahiyê ez û mazûvanê min bileztir me xwe karkir. Rojeke wek îro dîrokî, sistbûn û zêde bêhinvedan nedibû lewra me zûzûka li kolanên Pirsûsê dest bi geryana nêv koçberên Kobaniyan kir. Hinek kes tevî doşegan li ber deriyê xaniyekî em rast tên ji wan ahwala wan dipirsin dibên nû ji me re bicîh bûna kohnan hat, heta niha md li ber vî dîwarî xew kiriye tevî zoroyên xwe. Di rê de em serekî hin Kobaniyên din ko li dikan û mizgeftan de hatine bicîh kirin dibînin. Li erdeke di nêv xêniyan de vala û bi molozên dîwarên xirabûyî de, li ser mehfûreke kevnare pîrejinek diponije dibînim, gava nêzî wê dibim hêla çepê yek odekî biçûk jÎ li ber çavê min dikeve. Pê re hinek kes ber min ve dertên, lê ez nêzî pîrejinê dibim ko wê kêliyê bi foto nemir bikim, lê kesên ber min ve hatî gazindê xwe bilêv dikin û pîrejina melûl serê xwe bêdeng radike. Du jin û mêrekî zeîf halê xwe yî ne tu hal ji min re behsê dikin. Yekî du torbe meqerne xêra xwe daye, ew jî xilas buye, kes alîkarî jî nade, nizanin çibikin… Me hin rêkên alîkariyê ji wan re bilêv kirin û em bi dilekî xemgîn ji cem wan diçin.
Ber bi qada Pirsûsê ve lezî û qelebalix zêdetir dibe. Herkes behsa hatina pêşmergeyan dike û li cadeya navendî ji bo pêşwaziyê kom dibin. Em jî naxwazin ji xofikê dûr
bibin li wê hêlê ber qehwexaneyekê li ser kursiyên teng î texte ve rudinin. Yên okey dilîzin, li dorbera TVyê kesên kom bûne heta çaygerê bi lez dixebite bi hêvî û bi henekên her texlîd li ser Tirkan û serok komarê wan.
– Wan rojan TVyeke biyaniyan hate Pirsûsê min ji wan re got Hecî Obama her bijî! û gotin: ‘ew kî ye?’ Min jî ravekir ko Obama û Emerîkayê bi alîkariya Kurdan xêreke mezin kir. Lewra bê çûna hecê bû hecî…
– Tirkan ji tirsa Pêşmerge qebûlkir, em heyatê de xiyanetiya wan jibîr nakin, min çavê serê xwe dîtiye leşkerên Tirkan çito alîkariya wan wehşan kiriye.
(Yekî bi ken) – Obama ji Kerdoğanî re got derî veke yan ez ê qûna te vekim hey dêqehpo!
Me çaya kaçax vexwar û hevalên bi me hatî re, me berê xwe da yek ji kohnên komî bi navê ‘Rojava’.
Gava em gihiştin ber kohnên komî pasevanek li ber têlan xuyakir, me da fêhm kirin ko ji bo alîkariyê, ji bo gihandina dengê koçberên Kobaniyê em dixwazin kohnan bigerin. Çû bi hevalekî din re axivî û rê li ber me vekirin. Hevaleke bi navê wê Emîne jî bi me rave dikir rewşa niştecihên kohnan. Herkesi bi baldarî li me dinihêrîn. Navbeyna kohnan xirecira zarokan û ya jiyana wan pir êşkere dihate dîtin. Dîsa çend mindalên xwînşêrîn dest û paqên min girtî eleqe diviyan. Min pora wan miz da, lê pir eşkere dihate fêhm kirin ji zûde ye serê wan nehatiye şûştin. Kalemêr û gelek zarok ji ber germa nîvro ya kohnan li ber derê wê bûn. Dihate gotin roj ji germa em îdare nakin, şev jî ji serma xewa me nayê. Min ji ber wan gotinan berê xwe da nêv kohnekê, li erdê bi tenê naylonek yan hesîrek dixûya.
-‘Heke baran bibare çawa çêbibe?’
-‘Ewê di nav heriya de razên…’ Bersiva min da hevalê Emîne.
EM hatin ber kohnekê hineke firehtir, li ser ve nivîseke ‘Fêrgeha Ehmedê Xanî’ nivîsandibûn. Kohn sê jûreyan pêkdihat. Jûra pêşî zarokan bi nepox, bi pêlîstokên cûrbecûr dilîstin li dore. Gelekê ji wan sêwî mabûn, hinekê ji wan bê bav, hinekê ji wan bê xweh û bê kekê xwe heçko qet şerî nedîtine, bi eşqeke mezin wextê xwe diborandin, hay ji felekê tûne. Hinekî ez jî bi wan re şa bûm, sohbet kir û dû re derbasî jûra didowan bûm. Di jûra didowan de dep, sira hebûn.
Mamostê wan ya Kobaniyê li vêdê jî tevî bêderfetiyê karê xwe yê hînkirinê dikir.
-‘Pêdiviya wan bi her rengê boyaxê ji bo wêneyan çêkin heye. Wek din her celep pênûs, lênûsk û pirtûk hewce ye. Nêzî 400 zarok li van kohnan hene. Giş malbatên berdêl ji bo welat dayî ne’
Ji wan re amûrên perwerdehiyê, serşok, dermanên paqijiyê, gelek batanî…hwd hewce bû.
Tiştekî din bala min kişand ko komar kehrebe nadê kohnan lê fêrgeha zarokan kehrebe hebÎ. Hevalê berpirsiyar dibêje: ‘me ji malên nêzing qaçaxî ji bo zarokan kişande heta vêdê’. Di demeke kin de alîkariyek xûrt neyê, gelek nexweşiyên wek tîfo di nêv qempiyan dê belaw bibe. Jixwe her kêlî me bi destê xwe li ba dida ji ber mêşan. Em destê mezinan maç dikin û moral didin wan berî ko ji qampê derkevin. Kalemêrek bi kerb tê li cem me dibê: ‘Em diçin kîjan milî dibên nîn e. Em perîşan in; tiştek kêm zêde tê peyde kirin, deh pêdiviyên din xuyanî dike. Bi wê navbeynê li pêşiya me şîranîfiroşek li ber têlên qampê diqîre li ser zarokan. Zarok xwe negirtine, ji ser sênî şîranî jê direvînin dorê girtî. Pasevana qampê li ser de dibare ew jî mexdûriya xwe bang dide û dixwaze li zarokan lêbide. Nêzî wî dibim û jê dixeyîdim çima jixwe fedî nake dibê: ‘ez nanê xwe ji vê derêdixim’ min perenin ji heqê wî zêdetir da ji bo şêraniya mayî li zaroka belav bike. Belavkir, dîsa hat ji min hinek pere din xwest. Ez vêcarî pêde enirîm û min go: ‘parsekiyeke bi vê şêwazî bikî bi te re rengeke din biaxivim here rêya xwe te perê xwe zêdetir jî girt’
Ez berê xwe didim mazûvanê xwe jê dipirsim: ‘nava bajêr, ji dikandarekê gazinda diziyê we seh kriye gelo?’
Dibê: ‘ez qet seh nakim.’
TevÎ ewqas belengaziyê jî Kobaniyên bi rûmet naxwazin diziyê bikin û nakin jî. Em gelo çiqas baş li malbatên şervanan xwedî derdikevin, çiqas birînên dilê koçberan dikewînin… Em berê xwe didin ber bi sînor, ber bi Kobanî dimeşin…
Şivan Zeren 29.10.2014

dîtin: 513

Pêveker:

li ber deriyê kobanî