• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Cizîrê di navbera YDG-H yê û Huda-par ê de şerê çekdarî

Li Cizîrê di navbera YDG-H yê û Huda-par ê de şerê çekdarî


barkirin: Sermawêz 27, 2014, 12:39


Li Cizîrê, endamên Huda-par êrîşî konê ciwanên YDG-H kirin, di şerê çekdarî de kesekî jiyana xwe jidest da û hindek jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya DIHA yê şevîdî derdorê demhijmêr 02:00 yê sibê du kesên ku xwestin têkevin konê YDG-H yê de hate zanîn ku endamên Huda-par ê ne.
Hate diyarkirin ku li konê ku ji alyê ciwanên YDG-H yê ve li taxa Nûr kolana Botanê bi mebesta ewlekariya taxê hatî danîn rastî êrîşa endamên Huda-par hat. Du kesên ku xwestin têkevin nava kon dawî hate zanîn ku endamên huda-par ê ne. Di navbera wan û nobedarên YDG-H yê de şerê çekdarî derket. Hate zanîn ku di şer de kesekî jiyana xwe jidest daye û gelik birîndar hene.

Berfirehiya nûçeyê di kêliyên pêş me de dê bêne weşandin.

 

dîtin: 487

Pêveker:

li cizîrê di navbera ydg h û huda par ê de şerê çekdarî