• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Colemêrg, Cizîra Botan û Erdîşê Newrozhate pîrozkirin

Li Colemêrg, Cizîra Botan û Erdîşê Newrozhate pîrozkirin


barkirin: Adar 25, 2014, 6:17


Pîrozbahiyên Newroza berdewam dikin. Agirê Newrozê li Bakûrê Kurdistanê bajarê Colemêrgê, naçeya Cizîra Botan û Erdîşa Wanê ji aliyê deh hezaran kesî ve bi coş hat pîrozkirin.

Li Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê ya bi beşdariya nêzî 40 hezar kesî, pêk hat. Ji bo pîrozbahiyê Colemêrgî ji danê sibê ve herikîn Qada Merzan. Colemêrgiyan bi wêneyên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, rengên kesk, sor û zer û kincên gelêrî qada Newrozê xemilandin.

Di pîrozbahiyê de peyamên ji girtîgehan hatin xwendin. Namzetên BDP’ê yên Hevserokatiya Şaredariya Colemêrgê Nûrûllah Çîftçî û Dîlek Hatîpoglû girseya gel silav kirin û dûre nameya Ocalan hate xwendin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Selma Irmak axivî, silav ji girtîgehan re şand û got, “Heta ku bi hezaran aktîvîst, rojnamevan, jinên ciwan û siyasetmedar azad nebin, em azad nabin. Heta ku Rêberê Gelê Kurd azad nebe, deriyên zîndanan neyên şikandin û neyên vekirin, jiyan li me heram e.” Irmak bal kişand ser hilbijartinên herêmî û got, “Emê di hilbijartinan de destê Rêberê xwe xurt bikin. Em îro têkoşîna aştiyê dimeşînin.”

Di Newroza Colemêrgê de piştî axaftinan ji Navenda Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran Koma Jin Jiyan a Erbanê hunera xwe pêşkêş kir. Piştre jî koma şano derket ser dikê. Girseya gel li ber stranên Îbrahîm Rojhilat û Ahmet Zebanî govend gerand.

Li navçeya Cizîra Botan, beriya mîtînga Newrozê ji du baskan ve meş hat lidarxistin. Bi hezaran kesên li ber avahiya BDP’ê ya navçeyê û li Taxa Cûdî li ber mala gel hatin cem hev, bi dirûşman dest bi meşê kirin.

Di meşê de li gel Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Şirnexê Bakî Katar, Serokê Rêxistina BDP’ê ya Cizîrê Ahmet Çeter, namzetên BDP’ê yên Hevserokatiya Şaredariya Cizîrê Leyla Îmret û Kadîr Kûnûr, şaredarên BDP’ê yên Şirnexê, rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl, bi deh hezaran kes amade bûn.

Dema meş gehişte qada Çarkendal ya pîrozbahiyê, hejmara girseyê gihaşt 60 hezarî. Li girên derdora qadê agir hat dadan û li nava qadê jî flamayên mezin ên ji rengên kesk, sor û zer hatin gerandin.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz axavtina destpêkê kir.cSariyildiz diyar kir ku dema Cizîr tê gotin Newroz, berxwedan û têkoşîn tê bîra mirovan û Newroza sala 1992’an bibîr xist.

Sariyildiz got, “Ji Şêx Seîd heta Seyid Riza em tevahiya şehîdên ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe feda kirine bi rêzdarî û minnetdariyeke mezin bibîr tînin” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Newroz ji bo gelê Kurd navê jiyana azad û sekna bi rûmet e. Gelê Botanê yê meşaleya azadiyê ji destê mazlûman wergirt, tevî hemû polîtîkayên înkar, tinekirin û asîmîlasyonê jî, li gel hemû polîtîkayên zext û tepisandinê jî, agirê vê meşaleyê geştir kir û anî roja îro. Ev têkoşîna me wê heta azadiya Rêberê me Birêz Abdullah Ocalan dewam bike.”

Piştî axaftinan, hunermend Kadîr Çat û ji Navenda Çandê ya Mem û Zîn Nûdem û Koma Têkoşîn konser dan.

Li navçeya Erdîşa Wanê jî bi beşdariya deh hezar kesan Newroz hatepîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hevserokê BDP Selehaddîn Demîrtaş axivî û got ku hilbijartinên 30 Adarê ji bo Kurdan ne hilbijartnên herêmê ne, belku hilbijartina jiyanek azad an jî koletiyê ye.

Di pîrozbahiyê de hunermend Seyda Perînçeki Serhedo û Koma meydan bi stranên xwe girse coşandin.

 

dîtin: 369

Pêveker:

li colemêrg cizîra botan û erdîşê newrozhate pîrozkirin