• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li deverên ku karesata Çernobîl pêk hat dar nikarin birizin

Li deverên ku karesata Çernobîl pêk hat dar nikarin birizin


barkirin: Nîsan 7, 2014, 9:45


Li herêmên Ukraynayê qadên ku teqîna Çernobîlê pêk hatiye, rengê daran bûye sorê gevez û narizin.

Di 26’ê Nîsana sala 1986’an li Ukraynayê karesateke mezin ya nukleerî rûda. Li herêma Çernobîlê di encama teqîna nûkleerî de rêjeyek mezin yê radyasonê li xwezayê belav bû. Li gor lêkolînên dawiyê li herêmên ku karesata nûkleerî rûdaye dar nikarin birizin û bi awayekê hişk li ser erdê dimînin. Li gor lêkolîneran sedema vê yekê ewe ku di nava sîstema okoyê de werçerxana ji hev bijartinê kar nake.

Der barê vê mijarê de di govara ‘Oecologia’ de raportek hatiye weşandin û hatiye gotin ku ji bo ev zagona xwezayê ya ji hev bijartinê kar bike pêwîstî bi hindek zindiyên weke kivark, hindek kêzik û zîndewarên din yên karê mikroorganizmayî dikin heye. Lê ji ber nebûna van cureyên zindiyan -ku ji ber karesatê ev zindî li vê herêmê tune bûne- darên vê herêmê hişk bûne û wesa li ser piyan mane û nikarin birizin. Ji bo zindiyên ku dema hebûna xwe qedandine cardin vegerin axê pêdivî bi vê werçerxanê heye.

Raport dibêje li herêma Çernobîlê piştî rûdana karesatê dar û daristan yekser hişk bûne û rengê wan sor gevez bûye. Li gor lêkolîna Biyologan piştî ku 28 sal jî li ser de çûye hîna jî dar nerizîne. Belgên darên vê herêmê birine herêmeke din hatiye dîtin ku di nava demeke kin de riziyane.

Her weha li herêmê hejmara pêşî, mêş, pîrebûk û kêzikan jî gelekê kême.

dîtin: 453

Pêveker:

li deverên ku karesata Çernobîl pêk hat dar nikarin birizin