• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Dusseldorfê pîrozbahiya Newrozê bi rêve çû

Li Dusseldorfê pîrozbahiya Newrozê bi rêve çû


barkirin: Adar 22, 2014, 4:44


Pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Dusseldorf ya Almanyayê bi coş û tevlibûna dehezaran kesî dest pê kir û her wiha bi zimanê kurdî, lazî, emenî û suryanî axaftin hatin kirin.

6 rêxistinên ji bawerî û candên cuda yên Almanyayê bi dirûşmeya ‘Şolena Demokrasî û Aştiyê ya Gelan: Newroz, ji Kurdistanê re Aştî û ji Tirkiyeyê re Demokratîk’ di pîrozbahiya Newrozê de hatin cem hev. Gelê kurd, tirk, laz, çerkez, ermenî, rûm, ereb, Asurî-suryanî-keldanî û Alman û her wiha partî, rêxistin û saziyên ji baweriyên cuda tevli  bûn. Her wiha di çarçoveya vê organîsyonê de ji bajarên cuda yên Almanyayê bi hezaran kes herikîn Dusseldorfê.

Di saetên sibehê yên zû de kurd û dostên kurdan bi otobus, tren û wesayîtên taybet ji du baskan yên ‘sor’ û ‘zer’ berbi qada Newrozê ve meşiyan.

Meşa ku du saetan berdewam kir, piştî wê saet di 13.00’an de mîtîng dest pê kir. pîrozbahî bi Sirûda Ey Raqîp ya bi vegotina Koroya Zarokan a Akademiya Kurd destpê kir.

60 saziyên ku Newrozê organîze dikin bi hev re derketin ser dîkê û gel slav kirin. Piştre li ser navê komîteya tertîp axaftin hatin kirin.

Axaftina yekemîn hevserokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç kir û diyar kir ku  ew cejna Gelê kurd û hemû gelên Rojava Navîn pîroz dike û wiha got: “Newroz li sembola berxwedana li dijî komkujî û şîdetê ye. Îro em jî wek gelek gel û rêxistînî ku li Tirkiyeyê hatine qedexekirin hatine cem hev û Newrozê pîroz dikin.

Hevseroka Komeleya Lazebura Nurten Altunbaş-Alpaslan, li ser navê Lazan axaftin ki rû  got: “Pirsgirêka me hemûyan yek e. Ji ber wê jî divê têkoşîna wê hevpar be. Bi vê coşê em cejna hemû kesî pîroz bikin. Alexîs Kalk di axaftina xwe ya ermenî kiriye de cejan gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. li ser navê Asurî-suryanî-Keldanî Numar Ogur jî axivî  diyar kir ku îro bi saya Tevgera Azadiya kurd Newrozê wisa bi heybet pîroz dikin.

Peyama Rêberê PKK Abdullah Ocalan bi sînevîzyonekê hat nîşandan. Di vê demê de gel dirûşmeya ‘Bijî serok Apo’ berz kir. Newroz bi konsera hunermendan didome.

dîtin: 435

Pêveker:

li dusseldorfê pîrozbahiya newrozê bi rêve çû