• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Efxanistanê 2 hezar gundî di bin axê de man

Li Efxanistanê 2 hezar gundî di bin axê de man


barkirin: Gulan 3, 2014, 6:17


Li Efxanistanê dihunê ji ber barana zêde şape rabû, erd şemitî nêzîkî 2 hezar mirovî ma di bin axê de.
Afata ku rû dayî li gundê Aab Bareek yê ser bi herêma Bedahşan e ku li rojavayê bakurê Efxanistanê dikeve bû sedem ku beşekî mezin ji malên gund bi xurifin û di bin axê de bimînin. Berdevkê Waliyê Bedahşan Navid Forutan daxuyanî da û li ser bûyerê weha axifî; – Li gund herî kêm hezar û 100 malbat dijîn. Ji van malbatan em dihizirin ku 2 hezar û 100 kes maye di bin axê de.

Piştî bûyerê yekser komên arîkariyê çûne herêmê. Ji şevîdî ve hetanî neha nêzîkî 350 term hatine derxistin. Ji 100 kesî zêdetir jî bo nexweşxanê hatine veguhestin. Di karê rizgarkirinê de hetanî neha 400 kes bi saxî hatiye rizgarkirin.

Ev Afata ku rû dayî di encama baranê de pêk hat ku heftiyek bû li herêmê baran dihat. Barana ku hatî ew berfa zivistanê ya keviyên çiya bi lezgînî heland û wergerande avê. Ji ber ku gundê Aab Bareek di berpala çiyê de ye, dema ava baran û berfê pêk ve ji çem û dolikan herikî xwarê gund li ber xwe bir. Heftiya bihurî li heman gundî dîsan qetekî erdê ruxiyabû û di encam de tiştek bi kesekî nehatibû. Lê dihunê şapeyê gund li ber xwe bir.

li Efxanistanê ji ber şape û şemitîna erdê di heftiyên dawî de 150 kes miribûn û nêzîkî 67 hezar kesî jî bê mal mabûn.

efxanistan_rewanbej01 efxanistan_rewanbej02

 

 

REWANBEJ

dîtin: 372

Pêveker:

li efxanistanê 2 hezar gundî di bin axê de man