• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Elmanya êdî hevrigez dê karibin bizewicin

Li Elmanya êdî hevrigez dê karibin bizewicin


barkirin: Hêzîran 30, 2017, 12:50


Elmanya zewaca hevrigezan erê kir
Îro Parlemena Elmanya ji bo yasaya zewaca hevrigeza dengdanek pêk anî û biryara erêkirina yasayê hate wergirtin.

Beriya yasaya zewacê wekî "Pêkvejiyana medenî" Pêkve jiyankirina hevrigezan dihate pejirandin. Piştî erêkirina vê yasayê dê hevrigez ne tenê karibin bizewicin lêbelê dê karibin zaroya jî bixwe bigrin.

Beriya hilbijartinê Serwezîra Elmanya Angela Merkel bang li parlemenan kir û got "Guh bidin bextê xwe"

393 Kesî dengê "Erê, 226 kesî jî dengê "Na" da.m
Piştî biryarê Merkel civîneka rojnamevanîyê lidar xist û got; "Eve pêvajoyeka dûvdirêj ya gotûbêjê bû, em tev di warê hestan de xistibû bin bandora xwe. Ez jî di nav van gotûbêjan de bûm. Bi vê boneyê hêvî dikim ji bo bihêzbûna xweşbîniya nava welatê me, rêzgirtina jiyana bi hizrên cûda, lihevkirina li ser mijarê û aşîtîyê bixwre bîne."

Merkel di salên bihurî de ji ber silametiya zarok dijî zewaca hevrigeza bû, lê di salên dawî de hizra xwe guhert.

Di rapirsinên dawî yên di nava gelê elman de hatine pêkanîn de sedî 83 piştgirî didine zewaca hevrigezan.

Li Ewrûpa pêşî Hollanda bi zewaca rengekî fermî zewaca hevrigezan pejirandibû, paşê Belçika, Danîmarka, Finlandiya, Izlanda, Luksemburg, Norveç, Spanya, û Siwêd pejirandin. 

dîtin: 93

Pêveker:

zewac hevrigez homo