• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Elmanya Polêsekî mirovek xwar

Li Elmanya Polêsekî mirovek xwar


barkirin: Sermawêz 1, 2013, 2:21


Li Elmanya polîsekî hevalê xwe yê ku li ser înternetê nas kirî xwar
Li Elmanya, Navçeya Dresden ê, karmendekî hêzên Polêsan li ser Înternetê bi rêka malperekî ku fantaziyên neasayî, yên hovane têne parvekirin mirovek nas kir. Pêkve bûne heval. Di encama vê naskirinê de Kesê polîs hevalê xwe vexwende malê. Di encam de kesê polês hevalê xwe kuşt, paşê kire parçe û goştê wî xwar. Hestiyên wî jî veşartin.

Bûyera ku di rojên bihurî de ji aliyê polêsên Elman ve derketî holê li elmanya deng veda. Li gorî daxuyaniya Rêvebirê giştê yê Ewlekariya Dresdenê Dieter Kroll van cotan hevdu di malperekî ku fantazî û hizrên neasayî parve dikin hevdu nasîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kesê mêrkuj 55 saliyê û di nava hêzên polêsan de xwedî erke, hate diyarkirin ku li kiryara xwe mikur hatiye û polês birine ciyê ku hestî têde veşartine. Hate diyarkirin ku kirdar gotiye kesê kuştî bi xwesteka xwe hiştiye ku wî bikujê. Kesê kuştî 59 salî bûye.
Li gorî dazanîna polêsan hate diyarkirin ku mêrkuj pêşî kesê hatî kuştin pêşî ji qirika wî ve giran birîndar kiriye, piştre parçe kiriye. Hate diyarkirin ku ev karana 4-5 demhijmêr domîne û mêrkuj ev bûyer jî girtiye vîdeoyê.

dîtin: 370

Pêveker:

li elmanya polêsekî mirovek xwar