• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Emerîka ji bo alîgirê Erdoxanî yê êrîşker 19 sal zindanîbûn tê xwestin

Li Emerîka ji bo alîgirê Erdoxanî yê êrîşker 19 sal zindanîbûn tê xwestin


barkirin: Hêzîran 25, 2017, 2:45


Di serdana serokê tirkiyê Tayip Erdoxan ya Waşîntonê de parêzvan û alîgirên dewleta tirk êrîş biribûne ser komeke xwepêşanderên dijî rewjîma erdoxanî û gelek kes birîndar kiribûn. Piştî dîmenên vê êrîşê di medyayê de belav bûn Dada Emerîka kete nava tevgerê û dijî êrîşkeran biryarên tund girtin. Kesê destpêkê hatî girtin, nijadperestê tirk û hemwelatiyê Emerîka Eyup Yildirim bû. Yildirim di dema êrîşê de li pêşanderên xistibû û arîkariya pasewanên Erdoxanî kiribû. 
Yildirim piştî girtina xwe serî li dadgehê dabû da darezandina wî li New Jersey berdewam bike û bi kefîltiyê bête berdan. Lê dadgehê herdû daxwaz jî piştdest kirin. Biryar hate dayîn da darezandina wî li cihê bûyerê, Li Waşîntonê bête berdewamkirin û li wira girtî bimîne. Derveyî Eyup Yildirim, kesê bi navê Sînan Narîn jî li eyaleta Virginia hatibû destgirkirin. 

Ji bo Eyup Yildirim ji aliyê parêzerê rêvebiriya Emerîka ve him bi boneya birîndarkirin û hewldana kuştinê, him bi boneya belavkirin û pêşandana nijadperestiyê 19 sal girtin tê xwestin. 

dîtin: 81

Pêveker:

eyup yildirim erdoxan emerîka waşînton