• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Enceladusê Derfetên Vejiyînê

Li Enceladusê Derfetên Vejiyînê


nivîskar: Metîn Eser
barkirin: Pûşper 14, 2017, 9:35


Gelo li ser rûyê rojgerên din derfetên vejiyînê heye an na? Li gorî xebatkarên NASAyê li ser rûyê rojgera Enceladusê ku heyveke Saturnê ye, derfetên vejiyînê heye. Ezmannasên NASAyê li Enceladusê şopa avê dîtin ku ava li Enceladusê rê li ber vejiyina li ser wê rojgerê vedike.

 

Ji şeş heyvên Saturnê yek Enceladus e, û rûyê erdê Enceladusê jî cemidiye. Li binê wê erdê cemidî, okyanûseke pirr kûr, tê texmîn kirin ku bi kîlometreyan kûr e, heye. Bi qasî deh sal berê keştiya fezayê Cassini bidest xistibû ku li hin şûnan geyzer(germavk) jî hene.

 

NASA bi xebata xwe ya nû eşkere dike ku li binê wê erdê cemidî derfetên vejiyînê heye. Lêkolîner ji hilma ku ji geyzeran derdiket, molekûlên hîdrojenê bidest xistine û ev jî bitenê dikare bi geyzerên li binê okyanûsê ne rûbide.

 

Çima geyzerên li binê okyanûsê ewqas girîng in? Okyanûsên li ser rûyê gerdûna me xwediyê heman kûrahiyê û di kûrahiyê de jî geyzer hene, û tê texmînkirin ku ji ber prosesên cihêreng yên kîmyewî li darê dinê derfetên vejiyînê rûdaye. Enceladus jî xwediyê heman taybetmendiyên rojgera me ye.

 

Çavkanî: LB

dîtin: 84

Pêveker:

enceladus jupiter vejiyîn vedîtin rojger ezmannas