• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Gimgimê rewşa dawî ; Kuştî û birîndar hene

Li Gimgimê rewşa dawî ; Kuştî û birîndar hene


barkirin: Gelawêj 17, 2015, 3:13


Li gorî nûçeya ku ANF belav kirî li Gimgimê 4 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin lê hîna nasnameya wan ne diyare. Serokê Meclîsa Gel yê Gimgimê Mustafa Dogan diyar kir ku ji aliyê Parlementer û rayedaran ve agahdarî girtine 4 kes hatine kuştin.

Li gorî zanyariyên ji navçeyê hatî girtin 2 Kurdên birîndar nêzîkî pirê ji aliyê hêzên leşkerî yên Tirk ve hatine kuştin. Hate gotin ku meytên wan jî ji aliyê Tîmên taybet yên artêşa tirk ya dagirker ve hatine girtin. Endamê Navenda Partiya BDP Sirri Sever çû cihê bûyerê û got ku li cihê bûyerê şûnên şer û pevçûnê nînin lê belê şopa xwînê hebûye.

Li gorî zanyariyeka dîtir jî ku hîna misoger nebûye di teqînê de 2 kesan jiyana xwe jidest daye.

Dogan diyar kir ku bi şev herkes vekişiyaye xanî û malên xwe, piştî vêya hêzên leşkerî yên Tirk mal û kargehên nişteciyan gulebaran kirine.

Leşkerên ku bi roj ketî nava bajêr de gelik xanî û karxane xirab kirin.

Nûnerên civakên sivîl û şandeya DTK li bajêr li gel Waliyê Mûşê civiyan û li gorî daxuyaniyên dayî lihevhatin pêk hatibû da ku xisar negihê xelkê bajêr.

dîtin: 168

Pêveker:

li gimgimê rewşa dawî kuştî û birîndar hene