• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Hemberî Pêşûyan Dermanekî Nû Hat Çêkirin

Li Hemberî Pêşûyan Dermanekî Nû Hat Çêkirin


barkirin: Gelawêj 25, 2017, 7:59


Ji bo pêşûyên ku nikarin xwe li hemberî şîrînahiyê ragirin dermanekî nû hat çêkirin da ku wan ji holê rake.

Pêşû ne tenê bi xwînê dijîn. Piraniya xwarina wan a rojane rûnê riwekan e.

Dermanê nû yê bi navê Vectrax bêhna riwekan li derdora xwe belav dike û pêşûyan dikişîne ser xwe. Pêşû dibêjin qey ew şekir e dema ku dixwin, dimirin. Tê payîn ku ev derman dê pêşiya nexweşiyên wekî ta û zîkayê jî bigire.

Ev derman cara yekemîn li gundekî Tanzanyayê hate ceribandin û tê gotin ku encameke baş bi dest xistine. 

Di nava çend hefteyan de populasyona pêşûyan ji holê rakir. Her wiha hat gotin  ku tu zirara wî dermanî ji bo mirovan nîn e, hilberîna wî erzan e û dostê xwezayê ye.

 

​​​​

dîtin: 45

Pêveker:

dermanê pêşûyan kermêş zanist