• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Herêma Kurdistanê nîqaşên der barê Simkoyê Şikak didomin

Li Herêma Kurdistanê nîqaşên der barê Simkoyê Şikak didomin


barkirin: Gelarêzan 8, 2013, 2:30


Li gor hin zanyariyan hikûmeta herêmê ji ber xatirê dilê Aşûrîyan! navê Simko Şikak li ser cadeyeka Hewlêrê rakiriye û dilê Aşûriyan xweş kiriye û dilê Kurdan şikandiye. Belavbûna gotareke Ferîd Eseserd jî ku gotibû Simko Şikak talanker e, bû sedema nerazîbûnên dijwar û kampanyayek li dijî wî tê pêkanîn. Aşûrîyan daxwaz kiribûn, ku ji ber kuştina Marşîmon navê Simko Şikak li ser cadeyekê Hewlêrê bihê rakirin.

Malpera BasNewsê di raportekê de ragihandiye, ku hikûmeta navxweyîya parêzgeha Hewlêrê navê Simkoyê  Şikak li ser cadeyeke serekîya Hewlêrê rakiriye. Malpera BasNewsê weşandîye;

Li gor Aşûriyan, tarîxeke xirab a Simko Şikak heye ku di sala 1918’ê de Patrîk Mar Binyamîn Şemûn li derdora bajarê Urmiyê kuştiye, niha şaredariya Hewlêrê jî guhertina navê wê cadeyê ragehand, lê ji aliyekî din ve nîgeranî li bal Kurdan çêkiriye ku Simko Şikak weke serkirdeyekî şoreşgerê Kurd dibînin.

Lê Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Ferîd Eseser berevajiya piraniya Kurdan, dibêje hîç belgeyeke bihêz nîne ku hestê Kurdayetî yê Simko Şikak hebûbe û yekem serokeşîrê Kurdên Îranê ye ku bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê talan kiriye.

Eseserd di derbarê Simkoyê Şikak de gotibû: ‘’Di tarîxa siyasî ya Kurdan de Simko Şikak di rewşeke dijwar de derketiye lê herçiqas çavakaniyên me yên dîrokî wî wek serkirdeyekî neteweyî binav dikin, lê ya rast Simko Şikak di hîç qonaxekê de rêberiya bizava Kurdayetî ya Îranê nekiriye û zêdetir wek serokeşîrekî îsyanker tevgeriya ye.’‘

Eseserd wiha dibêje: ‘’Şikestina dewletê li Îran û Tirkiyê di dema şerê yekem ê cîhanê de, derfeteke baş çêkir bo derketina Simko, bi taybetî ku desthilata wî li navçeyên ser sînorê Îran-Tirkiyê zal bû.’‘

Ferîd Eseserd di gotara xwe de wiha nivîsî bû: ‘’Di tarîxa Kurdên Îranê de dosya Simko ne dosyayeke paqij e Simko yekem serokeşîrê Kurdên Îranê ye ku bajarê Mehabad talan kiriye, talana Simko di tarîxa Mehabad de wek mezintirîn talan tê jimartin, ya rast berî kuştina Mar Şemûn, Simko hejmareke berçav a Ermenî jî kuştine, ewên ku ji jenosîda serdema Osmaniyan rizgar bûbûn û reviyabûn Îranê, li newala Qutur di kemîneke Simko de hatin kuştin û kesek ji wan rizgar nebû.’‘

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Ragehandina Parêzgeha Hewlêrê Hemze Hemîd ji BasNewsê re got: ‘’Em navên têkoşerên Kurd û Kurdistanê li cadeyan dikin êdî li çi parçeyekî Kurdistanê xebat kiribin, an jî di her warekî hunerî, kulturî û siyasî de cihê wan xwiya be. Vêca Simko Şikak jî yek ji wan têkoşerên naskirî yê Kurd e û wek wefayekê bo xebata wî navê cadeyeke Hewlêrê demeke bi navê wî ye.’‘

Hemîd wiha axifî: ‘’Babetên dîrokî ji ber ku borî ne û têkiliya wan bi xebata neteweyan ve heye, dibe ku xedir li kesayetiyekî Kurd kiribe û bi awayekî xirab hatibe behskirin, lê belê evna ji serwerî û mezinbûna wî serkirdeyî kêm nake.’‘

Hemze Hemîd ragehand ku hikûmet wiha ji xwe û me re navan li cadeyên bajêr nake, dinirxîne û piştre biryarê dide û got: ‘’Lê niha ji bo razîkirina dilê Aşûriyan tabloya cadeyê hatiye rakirin, lê ne bi awayekî fermî ye û guhertina navê cadeyekê ne wiha asan û sade ye.’‘

Ji aliyekî din ve li gor wan agahiyên ku gehiştina BasNewsê, li ser wan axaftinên Ferîd Eseserd derbarê Simko Şikak de, hejmarek rewşenbîr û serkirdeyhen partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê dixwazin kanpanyayekê li dijî Eseser bidin destpêkirin û daxwazê jê dikin ku daxwaza lêborînê bike.

Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê Heme Salih Qadirî di gotarekê de ku kopiyek ji BasNewsê re şandiye wiha dibêje: ‘’Simko Şikak serkirdeyekî neteweyî û rizgarîxwaz ê Kurd bû, ger tarîxê derbarê wî de tiştekî xirab gotibe zilmê lê dike.’‘

Simkoyê Şikak serkirdeyekê diyarê tevgera rizgarîxwaza gelê Kurd di Rojhilatê Kurdistanê de ye û di salên pêş şerê yekemê cîhanî heta paşî hingê li dijî dewleta Îranê û bo mafê Kurdan şoreş kir û bo maweya çend salan serkevtineke baş bi dest anî û herêmeke berfireh ji Mako û sînorê Wan û Çolemêrgê heta Xoy, Selmas, Urmîye, Şino, Mihabad, Serdeşt,  Pîranşar , Bokan û Seqiz û gelek deverên din di jêr kontrola wî de bû.

Di demê şerê cîhanîyê yekem de, gelek Aşûrî ji ber hewlên komkujîyê yên dewleta Osmanî revîyabûn û bi serkirdayetîya patrîyark Mar Şemûn li deverên Urmîye û Selmas ên li Rojhilatê Kurdistanê bi cih bibûn. Li gor jêderêrn dîrokî û belgenameyên fermîyên çend dewletên ewropayî, Amerîkayî û Rusî, nêzîkî 50 hezar Aşûrî di navbera salên şerê yekemê cîhanî li Urmîye û Selmas û herêmên derdora wê bi cih bibûn. Li gor çend belgenameyên Îranî, Amerîkayî û Rusî, Aşûrîyan pilana avakirina dewleteke serbixwe die wan herêmên Kurdistanê de hebûn û bow ê yekê jî hevakrî û pilaneke hevbeş bi Ermenî û Rusan re hebûn. Li gore wan belgenameyan, Aşûrîyan bi nihênî û bi zanîna Amerîka, Brîtanya, Rusiya û hevakrîya Ermenîyan birêveberayetîyek li Urmîyê avakiribûn, lê dixwastin herêmên zêdetirên Kurdan bixin jêr kontrola xwe û dewleta xwe ava bikin.

Patriyark Mar Şîmûn di 3 Adara sala 1918 de û di demên dawîyê şerê yekemê cîhanî de ji alîyê hêzên Simko Şikak ve hate kuştin û bi wî awayî pilana dewleteke Aşûrî li herêmên Kurdan sernegirt.

PNA

 

dîtin: 489

Pêveker:

li herêma kurdistanê nîqaşên der barê simkoyê Şikak didomin