• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li hêviya tolhildana Koço me | Husên Duzen

Li hêviya tolhildana Koço me | Husên Duzen


barkirin: Gelawêj 16, 2014, 1:58


Kêliya min vê nîvroyê nûҫeya li ser qetilkirina 80 zilamên êzîdî li gundê Koҫo xwend, Șukrî hat bîra min. Ji hîngê û vir de ne Sukrî ne jî zarokên wan gorbuhuștan ji bîra min diҫin. Gelo ҫi bi zarokên wan hat? Dibe ku ew jî kujștibin û di nûҫeyê de pedivî nehatibe dîtin ku ferqê bixin navbeyan wan û zilaman.

Șukrî, ji Bakurê Kurdistanê ji Bișêriyê ye. Hîn ew zarok bû bavê wî jî kuștin, gundiyên wan î musilman. Gelek caran ez û Șukrî li lokaleke vî bajarê ku ji bo me herduyan Welatê Xerîbiyê ye rûdinin û bi dirêjahiya demjimêran bahsa rewșa dunyayê, bahsa dema berê dikin. Her ku gotin tê ser gundê Șukrî, bahsa gorbuhuștê bavê xwe dike; ji ber ku bavê wî wek zilamekî êzîdî nexwestibû erdê xwe ji bo gundiyên musilman bihêle û terkî welat bibe, musulmanekî ji gundiyên wî ew kuștibû. Her ku Șukrî bahsa vê bûyerê dike, ez xemgîniyê di qermîҫekên rûyê wî, bêrîkirina bav di ҫavên wî de dibînim. Di van sohbetên bi Șukrî re ez ji bêhêziya xwe aciz dibim, ji ber ku ez ne karim xemgîniya li ser ruyê wî bibim ne jî ji bo bêrîkirina bavê wî ez karim bibim alîkar.

Șemiya derbas bû min Șukrî di xwepêșdana ji bo Șingalê de dît. Kêliya ҫavên min pê ket, ҫend ciwanên Êzîdî –wer xuya bû hevalbendên PKKê bûn- dixwestin ez alaya rengîn a li ser milê xwe daxînim. Li gor wan ew alaya pêșmergeyan bû û peșmerge, ji Șengalê reviyabûn, Êzîdî tenê di nav destê DAÎȘê de hiștibûn. Heta hîngê jî ji alaya min pê ve tu alayên kurdistanê li qada xwepêșdanê tune bûn. Ji ber ku ji wan re hatibû gotin divê alaya rengîn di xwepêșdanê de ranebe, gelek rêxistinên li derveyî PKKê dev ji beșdarbûna xwepêșdanê berdabûn. Li gel ku min ev zanîbû jî, min xwe negirt, min alaya xwe avêt ser milê xwe û ez ҫûm. Xwepêșdaneke li dijî DAÎȘÊ, li gor min, divê bê alaya rengîn pêk nehata. Dawiya dawî di wan xulekên ku xwepêșdan dimeșiya de bi dehhezaran pêșmergeyên qahreman di bin wê aleyê de derbên giran li DAÎȘÊ didan; xwepêșdaneke bê alaya rengî dê ruhê șehîdên Șingalê jî biêșanda, lema gotûbêja di nav min û wan ciwanên êzîdî de baș dem wergirt.

Piștî kêliyekê yek ji wan ber bi min ve hat û bi dengê nizim ji min re got: „Em ji te hez dikin, em naxwazin xirecir di nav me û te de derkeve. Tu alayê danexî dê niha ciwan bên, em ditirsin ku dilê te bihêlin.“ Min got ew ciwan jî zarokên me ne, ka bila bên, du peyvên ku ez ji wan re jî bibêjim hene. Piștî ew xort ji cem min ҫû, min ji dûr ve dît bê hinek ji wan ҫawa min û alaya min nîșanî hev didin. Di wê navberê de hin berpirsyarên xwepêșdanê yên min wan nasdikir pêrgî min bûn, ligel ku li aliyê alaya li ser milê min mêze nedikirin jî, bi șêweyekî ji dil silav li min kirin. Wer xuya bû ku wê atmosfêra axaftina min û xortên êzîdî û silava di nav min û berpirsyarên meșê de, mercên ku ciwan bên û alaya rengîn bi min bidin daxistin ji holê rakiribûn. Piștre ҫend hevalên din î ku dixwestin alaya rengîn bilind bikin jî hatin. Min alaya xwe da wan û ez wek beșdararekî xwepêșdanê meșiyam.

Ez û Ahmet Kahreman kêliyekê bi hev re meșiyan, me li halê hev pirsî. Hîn em diaxivîn ҫavên min dîsa bi Șukrî ket. Ji her carê bêdengtir bû, Șukrî. Bi min wisa hat ku xwe ji min dûr digre. Ez rastarast ҫûm ser wî û min destê xwe danî ser milê wî û got: „Qey tu ji min xeyidî yî?“ Got na. Min got ez ҫizanim, gelek hevalên Êzîdî piștî bûyera Șingalê, piҫekî dilsar bûne, lema. Texmîna min șaș bû. Șukrî: „Na, ez ji te aciz nebûme, tu sedem jî tune ye.“ Û dom kir: “Herdu rojên pêșî, bi rastî jî ez wisa hizirîm ku pêșmergeyan Êzîdî tenê hiștine û reviyane, lê ez niha wisa nahizirim. Divê mirov wisa nehizire jî. Șer e, pêșmerge hîn jî șer dikin. Qet nabe ku mirov, gazinan ji hev bike, ger di șer de mirov ne bi serketî be.“ Van peyvîn Șukrî hîngê ez aram kirim.

Gelo Șukrî wêneyê komkujiya îro nîro li gundê Koҫo yê Șengalê dîtiye? Ew wehșeta li ser navê Îslamiyetê. Di wêne de komek tirsonekên kincreș bi ҫekên di destê xwe de bera gundiyên bê gune didin. Ez dizanim dê gelek kes bibêjin ew ne musulmanên birastî ne. Gelo musulamên bi rastî li ku ne? Li dijî vê barbariya li ser navê xwe ҫi dibêjin?

Niha ez xwe zehf hejar hest dikim. Ji ber ku ez ji dê û bavekî musulman im, ez xwe li hember Șukrî û gelek hevalên xwe yên Êzîdî fedîkar hest dikim, her weha ji ber ku hîn heta îro jî me nikarîbû gundiyên Koҫo ji komkujiyê biparasta. Tenê hêviyek min hîn jî heye ku pêșmergeyên me demeke ne dûr de termên kujerên gundiyên Koҫo jî bavêjin ber teyrên beratan wek bi sedan yên hevalên wan di van ҫend rojên dawî de….

Ez li hêviya tolhildana Koҫo me.

15.08.2014

dîtin: 561

Pêveker:

li hêviya tolhildana koço me husên duzen