• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li himber vê êrîşa dirinde ya terorê bi hersekî pir mezin tijî me

Li himber vê êrîşa dirinde ya terorê bi hersekî pir mezin tijî me


barkirin: Rêbendan 1, 2015, 5:06


Serokwezîrê Japon ê Shinzo Abe ji bo kuştina dîl ê Japon ê Kenjî Goto ji aliyê hovên DAÎŞ ve daxuyaniyek da. Abe di daxuyaniya xwe de xwe negirt û rondik barandin. Shinzo Abe diyar kir ku ev êrîşa dirinde ya terorî hêrseke mezin di anva wî de çêkiriye.
Piştî ku vîdeoya serjêkirina dîlê duyem yê japonî Kenji Goto di torbendên civakî de ji aliyê daîşê ve hate belavkirin, serwezîrê Japon ê daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de Abe xwe negirt û rondik barandin û weha got; Ez li dijî vê êrîşa hovane ya terorî bi hêrseke pir mezin tijî me. Bi misogerî ev êrîşa ku dê qet neyête pejirandin bi awayekî tund şermezar dikim. Em van teroristan qet nabexşînin. Li gel civaka navnetewî ji bo ku DAÎŞ berdêla kiryarên xwe bide em dê hewl bidin.

Li gel hemî peywendî û hewldanên ku heftiyekê domîn ji bo rojnamevanê Japonî got dîsan jî hate serjêkirin û vîdeoyên wî di torbendên civakî de hatine belavkirin.

kengi_goto

 

 

dîtin: 383

Pêveker:

li himber êrîşa dirinde ya terorê bi hersekî pir mezin tijî me