• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Îlam konserta Keywan Sakît û orkestraya wî

Li Îlam konserta Keywan Sakît û orkestraya wî


barkirin: Hêzîran 30, 2013, 2:28


Hunermendê bi navûdeng yê tar û sîtarî yê Rojhilatê Kurdistanê Keywan Sakît di gel orkestraya xwe li bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê konsertek pêşkeşê mûzîkhezan kir.

Keywan Sakît ku weke duayenê tar û sîtarê dihête nasîn di gel orkestraya xwe li bajarê Îlama Rojhilatê Kurdistanê konsertek lidarxist. Konserta ku bi piştgiriya îdareya kulturî ya parêzgeha Îlam ve hate amadekirin, bi du beşan pêk hat û du demjimêran ajot. Di beşa yekem ya konsertê de hunermend Keywan û orkestraya wî çendîn stranên bi zaraweya Soranî û di beşa duwem de jî yên Lorî gotin. Stranên hatin gotin tev jî berhemên Keywan Sakît bûn ku ji bo orkestrayê amade kiribû.

Di orkestraya ku Keywan Sakît weke serpereşt, awazdaner, zanyarê tarê cîh girt, hunermend Bêhnam Ebuqasim weke pîyanîst, Elî Ekber Xadim weke dumbekwan, Eşgan Muradî weke defwan, Kiyareş Sakît weke kemançewan beşdar bûn. Her weha hunermend Salar Zemanyan û Tarbas jî bi jenîna stranan beşdarê konsertê bûn.

Çavkanî: Peyamnêr

dîtin: 227

Pêveker:

li Îlam konserta keywan sakît û orkestraya