• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li Îranê 30 mehên girtîgehê ji bo rojnamevanekî Kurd

Li Îranê 30 mehên girtîgehê ji bo rojnamevanekî Kurd


barkirin: Rezber 2, 2015, 1:10


Li Îranê du sal û şeş meh ji bo rojnamevanekî Kurd hate birîn. Rêveberê malperê Şaro News û saziya Tîroj, Pêşewa Salihzade xelkê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ceza li dadgeha parêzgeha Urmiyê bi tawana propagandeya li dijî Komara Îslamî bo navbirî hatiye birîn.

Li gor nûçeya malpera NNSROJ, roja 28’ê Îlonê, liqa 10 a dadgeha pêdeçûna parêzgeha Urmiyê bi serokatiya Qazî Xelîl Zad, cezayê 30 mehên girtîgehê ji bo Pêşewa Salihzade (Ajwan) hatiye diyar kirin.

Tê gotin ev ceza berê ji aliyê liqa du ya dadgeha Şoreş a Mehabadê û bi serokatiya dadwer, Mihemed Xa ve bo navbirî hatibû diyar kirin û di dadgeha pêdeçûnê ya parêzgeha Urmiyê de cardin hate erê kirin.

Navbirî 25’ê Şubata 2015’ê ji aliyê hêzên ewlekariya bajarê Mehabadê hatibû binçav kirin û ji ber ’’Civîna li dijî ewlekariya welatê Îranê, endamtiya di Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê de û propagahndeya li dijî Komara Îslamî ya Îranê hatibû tawanbar kirin.

Salihzade piştî binçav kirinê 50 rojan di hucreya takekesiyê de hatiye ragirtin û piştre bi danîna rehîneyê bi awayekî demkî hatiye berdan.

Hêjayî gotinê ye ku niha şeş rojnamevanên Kurd bi tawana propagandeya li dijî Komara Îslamî di girtîgehên Îranê de ne.

Hikûmeta Îranê bi yek ji welatên dijberî azadiya raderbirînê tê naskirin û niha herî kêm 50 rojnamevan û weblognivîs di girtîgehên wî welatî de ne.

dîtin: 163

Pêveker:

li Îranê 30 mehên girtîgehê ji bo rojnamevanekî kurd