• Têketin
  • Bibe Nivîskar
  • Ziman
Li İraqê herî zêde serdana malperên seksî tê kirin

Li İraqê herî zêde serdana malperên seksî tê kirin


barkirin: Befranbar 28, 2014, 8:16


Li gor rêzbenda Alexa ji sisêyan yek ji xelkên Iraqê ku Herêma Kurdistanê jî li xwe digire, ji bo malperên seksî diçin ser internetê.

Di du daneyên rêxistina Alexa de bo rêzbenda malperên cîhanî, li İraqê Facebook di pileya yekem de ye û piştre Google, herwiha Youtube û piştre jî yek ji malperên seksî tê, di nav her 10 malperên ku piraniya kesên Iraqê serdana wan dikin.

Herwiha li gor Alexa di nav 500 malperên ku hejmareke zêde ya xelkê serdana wan dikin, 70 ji wan malperên seksî ne, wate ji sedî 35’ê kesên ku serdana malperan dikin, diçin ser malperên seksî.

Çawa di nav pirtûkan de tê gotin ku nîşana pêşketina her neteweyekê romanên wan e, di cîhana internet jî tê gotin ku rêjeya serdana malpera Wikipedia nîşana pêşketina her neteweyekê ye, lê li Iraqê ev malper piştî yekê ji wan malperên seksî tê.

Li gor daneyan jî rêjeya serdana malperên seksî ji aliyê xelkên Iraqê ve niha gelekî kêm bûye, bi awayekî ku berî çend salan ji sedî 70’ê bû û niha ji sedî 35 e. Alexa rêxistina malperên cîhanê ye ku ji aliyê şirketa Amazon ya Amerîkî ve li California hatiye damezrandin.

dîtin: 431

Pêveker:

li